Ew ne sîleh in mirov in!

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:11

  • Ji bo penaberên li ser sînorê Belarus-Lehistanê asê mane, li Kolnê meşek hate lidarxistin û ji Yekîtiya Ewrûpayê hate xwestin ku wan koçberan wergire. 

Ji bo penaberên li ser sînorê Belarus-Lehistanê asê mane, li Kolnê meşek hate lidarxistin û ji Yekîtiya Ewrûpayê hate xwestin ku wan koçberan wergire. 

Meş bi pêşengiya saziya parastina penaberan a bi navê See Brucke hate lidarxistin û ji saziyên civakî yên sivîl ên Elman zêdeyî hezar kesî tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de dirûşma "Bleiberecht fur alle" (Mafê mayinê ji bo her kesî) hate gotin û îşaret bi şert û mercên penaber tê de, hate kirin.

Li ser pankartekê jî "Yên li wê derê ne çek in, mirov in" hatibû nivîsîn û vê pamkartê bala xelkê bire ser xwe.

Dirûşma sereke ya meşê jî wiha bû: "Lampeya kesk ji bo wergirtina koçberan pêxin."

Xwepêşandêran helwêsta Yekîtiya Ewrûpayê ya li hemberî koçberan rexne kir û wan xwest ku penaberên li ser sînor bêne wergirtin.

Kurdistaniyên li Kolnê jî bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û bi ala YPG'ê tevlî meşê bûn.

ANF/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.