Çilkezî û keziyeke din

Sêşem 17 Tebax 2021 - 16:19

  • Di civaka Êzîdî de keziyên jinan, porê wan xwedî cudabûneke bi nirx e, pîroziya wê jî ji vê yekê tê. Di bedewiya jinan de kezî nîşana xweşikbûna jinan e, wekî din jî dema êşek di wê civakê de çêbe, destpêkê jinan keziyên xwe jêdikirin.

ROJ HAZAN
JINHA/QAMIŞLO

Dîroka jinên Êzîdî dîrokeke dewlemend e lê di rûpelên dîrokê de hatiye windakirin. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an êdî jinên Êzîdî ji nû ve dest bi avakirina rêxistina xwe ya azad kirin û dîroka xwe vegerandin ser koka wê ya rast. Bernameya “Çilkezî” ya ku sala 2021’ê dest bi weşana xwe kir, mijarên ku jinên Êzîdî eleqedar dikin, dide nasîn. Bi rêya vê bernameyê, hestên jinan ên pirr kûr derketin pêş û bi rengekî azad xwe anîn ziman.

Heta niha bernameya Çilkezî çîrokên jinên Êzêdî li Rojavayê Kurdistanê hûnandine û di dema pêş de wê li Şengalê dewama xelekên wê bê kirin.

Pêşkêşvana bernameya “Çilkezî” Şînda Ekrem dibêje, em ê keziya çil û yekê bi vê bernameyê bihûnin û behsa bernameya di “Çira TV” de dike.

Çilkezî baweriyeke kevn ya Êzdiyan e 
Şînda wiha behsa bernameya xwe ya “Çilkezî” dike, “Bernameya Çilkezî, bernameyeke civakî ye, nexasim çîrokên jinên Êzîdî dibêje. Navê bernameya min jî Çilkezî ye, navê bernameyê îşaret bi parçeyek ji xweşikbûna jinan dike. Di civaka Êzîdî de di warê dîrokî de keziya jinan, porê wan xwedî cudabûneke bi nirx e, pîroziya wê jî ji vê yekê tê. Di bedewiya jinan de kezî nîşana xweşikbûna jinan e, wekî din jî dema êşek di wê civakê de çêbibe destpêkê jinan keziyên xwe jêdikirin. Gava mirov weke baweriya di nava civaka Êzîdî de bi Çilkezî dakeve, li gorî lêkolînan, ji çil rojên havînê û ji çil rojên zivistanê tê, ev yek jî nîşanên jinan in û girêdana wan bi xwezayê re ye. Me xwest em aliyên hezkirin û bedewiya jinan bi aliyê baweriyên jinan û girêdana wan bi xwezayê re bidin girêdan û wiha me navê bernameyê weke Çilkezî hilbijart. Di nava her çîrokeke ji bernameyê de aliyên jiyanî, xweşî, êş, berxwedanî û ked ji devên jinên Êzîdî tên girtin û em pê keziyên wan dihûnin.”   
 
Me xwest em şaşîtiyan rast bikin
Şînda li ser pêwîstiya çêkirina bernameya Çilkezî dibêje: “Me hemûyan dizanibû Êzîdî hene, lê civakeke çawa ye, baweriyên wê çi ne û nirxên jinan çiqasî tê de li pêş in, bi rastî lêkolîn û parvekirineke di van aliyan de pêwîst bû. Bi fermanê re Kurdên Êzîdî koçberî Rojavayê Kurdistanê bûn û bi rêya ragihandinê tenê me ew didan nasîn, weke civakeke ku rastî fermanê hatiye lê ew dîroka wê ya dewlemend me nikaribû bianiya ziman, ji ber ku her di nava rûpelên dîrokê de hatibû çewisandin. Li Rojhilata Navîn jî civaka Êzîdî gelek şaş hatibû fêmkirin, cîrantiya wan gelek mirovan qebûl nedikir, mafên wan di nava civakên din de dihat xwarin û ya herî balkêş jî gelek mirovan heta bi nanê destê dayikên Êzîdî nedixwarin. Me xwest em van şaşîtiyan rast bikin û civaka Êzîdî weke hemû civakên li ser vê axê û xwedî maf, bidin naskirin.”

Têkoşîna jinên Êzîdî 
Şînda bal bire ser têkoşîna jinên Êzîdî got, di dîroka civaka Êzîdî de jinên Êzîdî li hemberî gelek fermanan serî hildane û gelek jinên berxwedêr jî di oxira wê de destanên qehremaniyê nivîsandine: “Mînakên wê jî Meyan Xatûn, jina hunermend Sûsika Simo xwediya stranên pirr xweş ku dikaribû li ser civaka xwe bibêje. Dayika Zero bi berxwedana xwe di civaka Êzîdî de tê naskirin, di aliyê eşîrtî de weke jineke xwedî qîmet dihat nasîn û her şêwra wê di her tiştî de dihat kirin. Her wiha bi dehan jinên wekî van jinan hene û roja me ya îro destanên têkoşînê li dijî dijminan nivîsandine, mînaka wê jî jinên YJŞ’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne û wan careke din têkoşîna jinên Êzidî ya dîrokî domand.”
 
Li Efrînê Êzîdî qir kirin
Şîndayê behsa jinên Êzîdî yên li Efrînê jî kir û got, ew ji bo bernameyê li gundên Efrînê jî geriyane: “Li aliyê Kantona Şehbayê jî me keziyên jinên Êzîdî li wir hûnandin. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk, 23 gundên Êzîdiyan ên Efrînê bi temamî hatin valakirin. Jinên Êzîdî yên Rojavayê Kurdistanê gelek çîrokên xwe bi xwe re birin warên koçberiyê û pêwîst bû li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hemû jinan ve bên naskirin. Di dagirkirna Efrînê de êriş û hovîtiya dewleta Tirk zirareke pirr mezin li Êzîdiyan kir. Me xwest bi rêya bernameya Çilkezî, jinên Êzîdî êşên hev nas bikin û li çîrokên hev guhdarî bikin, ji ber ku pirr çîrokên wan hevbeş in.”
 
Diçe Şengalê
Şîndayê li ser naveroka bernameya xwe “Çilkezî” jî got, “Naveroka bernameya Çilkezî detayên jiyana jinên Êzidî berî fermanê û piştî wê, yên li Rojavayê Kurdistanê jî beriya şoreşê û piştî wê, dibêje. Her wiha em bawerî, cejn, zehmetiyên jiyanê jî tînin ziman. Bernameya Çilkezî nû bû û pirr balkêş bû, ji xelekên destpêkê ve pirr razîbûn hebû û temaşevanên me pirr mereq dikirin. Bi rêya danasîna çîrokên jinên Êzîdî yên li Rojavayê Kurdistanê, me xwe gihand jinên Êzîdî yên li Şengalê jî û pirr xwestek hene da ku em niha biçin Şengalê û çîrokên jinan bihûnînin. Cihê şanaziyê ye mirov karibe jinan bigihîjîne hev û em dixwazin biçin cihên din jî.”
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.