Çarşema Sor çûne ser gora şehîdan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:56

Mala Êzdiyan a Helebê di Çarşema Sor de şehîd bi bîr anî, li ser gorên şehîdan mûm hatin vêxistin.

Ji bo cejna Çarşema Sor (Sersala Êzidî) Mala Êzidiyan a Helebê li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê mûm pêxistin.

Di çalakiyê de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn. Di çalakiyê de endama rêvebera Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa cejna Çarşema Sor pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Beşdaran berê xwe da gorên şehîdan û mûm li ser goran pêxistin.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.