‘Cîhan her diçe hovtir dibe’

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Tîrmeh 2021 - 02:36

Anne Frank ku navê wê yê rast Anneliese Marie Frank e, 12’ê Hezîrana 1929’an hat dinê. Anne Frank yek ji zarokên Cihû ye yên ku di dema Holocaustê canê xwe ji dest dane. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Adolf Hitler li Elmanyaya Nazî Cihû qir kirin. Mirovên kirin kole li kampan bi cih kirin û 6 mîlyon Cihû û 3 milyon jî Cingene hatin qir kirin. Anne Frank a ku bû sembola zarokên jiyana xwe ji dest dayî, rojnivîskek bi bandor li pey xwe hişt. Piştî şer rojnivîsk bi gelek zimanan hat weşandin. Li cîhanê hemûyî li gelek dibistanan ev rojnivîsk kete mufredatê. 

Di 1933’an de piştî Nazî li Elmanyayê bûn desthildatdar, malbata wê koçî Amsterdamê kir. Malbata wê li wir şirketa rîçalê, Opekta ava kir. Elmanan di 1940’î de Amsterdam dagir kir û Holanda jî hat dagirkirin. Cihûyên wir jî wek ên li Elmanyayê hatin qirkirin. Anne bi xwişka xwe Margot re li dibistaneke Cihûyan dixwend.
 
Dixwest bibe nivîskar û rojnamevan

Ji ber zextên Nazî yên li Hollandayê malbatê keçên xwe veşartin. Anne Frankê 13 salî dest bi rojnivîska xwe kir: 14’ê Hezîrana 1942’yan. Kaxezek ji xwişka wê Otto re hat da ku biçe kampa komkirinê ya Elmanyayê. Ji ber vê malbatê ew veşartin û heta 4’ê Tebaxa 1944’an wan karî xwe veşêrin. Xaniyê ku xwe tê de vedişartin, wek “odeya veşartî” bi nav kirin û di nava demê de Anne Frank malbatên ku hatin wir jî di rojnivîska xwe de nivîsîn. Anne dixwest bibe nivîskar û rojnamevan. Anne her çû xwe di nivîsandina rojnivîskê de bi pêş xist. Anne hingê xwe fêrî Fransî jî kir. 

Di 4’ê Tebaxa 1944’an de bi ser Odeyên Veşartî de hat girtin û yên xwe veşartibûn hatin girtin. Ew birin Kampa Komkirinê ya Westerborkê. Di 3’ê îlona 1944’an de jî birin kampa îmhakirinê Auschwitzê. Anne û xwişka wê Margot ji ber ciwan bûn ji bo xebatê hatin hilbijartin û di Cotmehê de birin kampa Bergen-Belsen a Bakurê Elmanyayê.
 
Li kampan rojnîvîskan dinivîse

Li wê kampê nexweşiya Tîfusê dest pê kir û bû sedema mirina 17 hezar kesî. Anne û xwişka wê Margot di Adara 1945’an de, çend hefte beriya ku Yekîneyên Ingilîz kampê azad bikin, mirin. Dayika wan jî di Çileyê 1945’an de li Auschwitzê mir.

Rojnivîska wê bi navê “Rojnivîska Anne Frank” sala 1947'an hat çapkirin. Xaniyê ku tê de xwe veşartibû jî îro muze ye. Rojnivîsk heta niha hatiye wergerandin li bêhtirî 60 zimanan. 

Ev nimûneya ji rojnivîskê halê ruhê Anne Frank baş nîşan dide: “Di demên wisa de jiyan zehmet e: Hêvî, xeyal û hedefên mirovan ji ber rastiyên jiyanê yên çavsor parçe dibin… Ne pêkan e ez jiyana xwe li ser kaos, êş û mirinê ava bikim. Ez dibînim ku cîhan her diçe hov dibe, ew ê rojekê me jî tine bike, ez dengê vê dibihîzim; ez êşkişandina mîlyonan kesî hîs dikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.