Li Elmanyayê beriya bi 90 salan Naziyan bi awayekî eşkere û li meydanên giştî kitêb şewitandin.Tenê li meydana Operayê ya Berlînê 20 hezar kitêb hatin şewitandin. Di salvegera vê felaketê de Wezîra Çand û Medyayê ya Elman Claudia Roth got, “Wêje dengê demokrasiyê ye.”
Nazî piştî ku sala 1933'yan bûn desthilat, Hitler tevgera “Redkirina kesîn li dijî nirxên Elman” da destpêkirin. Li Berlîna paytext, 10'ê Gulana 1933’yan, yekîtiya xwendekaran a naziyan li Meydana Operayê 70 hezar kes civandin û kitêb şewitandin. Li wir 20 hezar kitêbên ku nivîskarên wan bi ya Naziyan ne Elman in, ên sosyalîst, pasîfîst û Cihûyan hatin şewitandin. Di nava van nivîskaran de Bertolt Brecht, Karl Marx, Ernest Hemingway, Stefan Zweig, Clara Zetkin, Alfred Döblin, Erich Kästner, Erich Maria Remarque, Anna Seghers û Kurt Tucholsky jî hebûn.
PENa Berlînê, li Meydana Opera ya hingê yanî li Meydana Bebelplatzê di 90 saliya vê felaketa mezin de çalakiyeke bibîranînê li dar xist. Wezîra Çand û Medyayê ya Elman Claudia Roth a ji Partiya Keskan, li vir peyivî û peyva yekî ji nivîskarên kitêbên wî hatin şewitandin bi bîr xist. Piştî şewitandina kitêban, şairê Elman Heinrich Heine gotibû, “Yên ku îro kitêban dişewitînin, sibe wê mirovan bişewitînin.” Roth wiha dewam kir: “Bi hezaran kitêb şewitandin û paşê mirov jî. Beriya bi 90 salan kitêb tehlûkeyeke eşkere bûn, ji ber wê li Bebelplatz û li deverên din ên Elmanyayê dest bi şewitandina kitêban kirin. Peyv, wêje, kitêb tehlûke ne ji bo otorîte, dîktator û otokratan. Kitêb û wêje dengê demokrasiyê ne.”
Haya wezîra Elman ji hikûmeta wê nebû
Lê Claudia Rothê ji bîr kir ku dewleta Elman, Weşanxaneya Mezopotamya û produksiyona muzîkê Mîr Muzîk qedexe kirine û bi sedhezaran kitêb, û CD, tevî arşîva herî mezin a muzîk û metnana a Kurdan li Ewrûpayê li kamyonan bar kiriye û biriye. Ji Sibata 2019'an ve jî hikûmeta Elman ev kitêb û CD tevî arşîva herî mezin a çandî ya Kurd li derveyî welat desteser kirin. Lê nehat bîra wezîr Roth ku behsa vî rûyê dewleta xwe bike.
Têkoşîn wê dewam bike
Di çalakiyê de ji nivîskara Kurd a sirgûn Meral Şîmşek jî peyivî û got, “Ewên ku ji hêza huner tirsiyan di her sedsalê de siyasetên xwe yên zilm û zextê dewam dikin. Ji ber ku sîstemên zextker ên dewletan dizanin ku huner yekane sîleh e ku dikare zora wan bibe. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de yên ku li dijî vê li ber xwe dan hebûn û heta ku dinya bi qasî ku heq dike xweşik bibe, wê mirovêîn vê têkoşînê dewam bikin, hebin.” Di çalakiyên seranserê rojê de ji kitêbên nivîskar û şairên kitêban hatî şewitandin hat xwendin.
Welatê sirgûnê Elmanya
Bi rasthatina rojê, paneleke bi navê “Welatê sirgûnê Elmanya” jî li Berlînê pêr êvarê hat lidarxistin. Nivîskar û şair Meral Şîmşek, nivîskar Yassin al-Haj Saleh û rojnamevan nivîskar Fliip Dzyadko ji Kurdistan Sûrî û Rûsyayê beşdar bûn. Berdevkê PENa Berlînê Deniz Yucel jî moderatoriya panelê kir.
BERLÎN