Talana Naziyan a tabloyan

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Tebax 2024 - 00:48

Tabloyekî Carl Blechen ku di dema Naziyan de hatibû talankirin gihişt xwediyê xwe yê rastîn. Îdareya Hunerê ya Elmanyaya Federel xwediyê tablo tespît kir û ragihand ku ew ê vî tabloyê bidin xwediyê wî. Elmanya heya niha 69 berhemên bi vî awayî yên hunerî teslîmî xwediyê wan ê rastîn kiriye. 

Tabloyê bi navê “Valley of Mills near Amalfi” yê ku hatibû talankirin di sala 1930’an de hatiye çêkirin. Ev tablo ji hêla Dr. D.H. Goldschmidt ve li Berlînê hatibû kirîn û paşê wî jî weke mîras ji zarokên xwe re hiştibû. 

Tabloyê Carl Blechen di sala 1944’an de ji hêla “Komîsyona Taybet a Lînz” ve tê talankirin û dixwazin tablo bibin bajarê bi navê Linz ê Awistiryayê ku wî çaxî Naziyan dixwest vî bajarî bikin peytexta çanda Naziyan. 

Wezîra Çandê ya Elmanyayê Claudia Roth got; “Lêpirsîna di derheqê berhemên ku Nazî talankirine de di heman deme de zilma Naziyan a wê demê jî eşkere dike. Bi vî awayî mirov dikare wan bûyeran bibîrbîne. Bi vî awayî em hay ji serpêhatiyên ecêb ên Nazî û xwediyê van tabloyan çêdibin.”

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.