Koleksiyonerê talana Naziyan!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Tîrmeh 2023 - 02:33

Kolektîfeke hunerî ya li Swîsreyê erîşî malpera saziya “Kunsthaus Zurich” ya ku dixwest pêşangehekê li dar bixe, kir. Kolektîfê da zanîn ku Kunsthaus Zurich dixwaze berhemên ji hêla Naziyan ve hatine talankirin nîşan bide. Ji lewma wan jî êrîşên sîber birine li ser malpera înternetê ya saziyê.

Kolektîfa hunerî ya bi navê KKKK piştî çalakiya sîber, jînenîgariya koleksiyonerê bi navê Emil Georg Buhrle guhert û li şûna jînenîgariya wî peyva “Sempatîzanê Naziyan” bi cih kirin. Koleksiyoner Emil Georg Buhrle, di sala 1956’an de jiyana xwe ji dest dabû. Ew bi saya firotina çekan dewlemend bûbû. Wî gelek çek firotibûn Naziyan. Her wiha wî berhemên dîrokî yên ku Naziyan talankiribûn jî kirrîbûn û bi vî awayî dewlemendtir bûbû. Ji ber van sedeman kolektîfa hunerî bi van gotinan wî sûcdar kir; “Milîtarîstekî alîgirê desthilatê bû. Di wextê şer de gelek tişt talan kir û her wiha wî di şer de gelek sûcan jî kiriye.” 

 

170’ê berhemên hatine talankirin

Koleksiyona Emil Georg Buhrle di sala 2021’an de di pêşangehê de hatibûn nîşandan û ji wê rojê ve li ser berhemên hunerî yên hatine talankirin nîqaşek heye. Pisporên hunerê didin zanîn ku berhemên di koleksiyona Emil Georg Buhrle de, di wextê Naziyan de hatine talankirin. Qederê 170 berhem hene di koleksiyonê de û Emil Georg Buhrle Foundation ev berhem teslîmî Kunsthaus Zurich kiriye. Emil Georg Buhrle Foundation jî li hember angaştên pisporên hunerî diyar dike ku ev ne berhemên talanê ne. Li ser nîqaşên dawî rêvebira Kunsthaus Zurich, Ann Demeester got ku ew ê di vî warî de lêkolîneke berfireh bimeşînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.