- Saziyên taqîba dadgeriyê yên Elmanyayê gotin, “Me plana êrişê ya komeke rastgirên tundraw û komploger pûç kir.”
Li Elmanyayê li dijî rastgirên tundraw ên ku guman hebû wê êrişî parlamenê bikin, operasyonek hate lidarxistin. Di operasyonê de 25 kes hatin destgîrkirin.
Saziyên taqîba dadgeriyê yên Elmanyayê gotin, “Me plana êrişê ya komeke rastgirên tundraw û komploger pûç kir.”
Li gorî dozgeran li welat 3 hezar endamên hêzên ewlekariyê tevlî operasyonê bûne û 25 kes hatine girtin; ev kes di nezaretê de ne.
Li gorî dozgeran, “Vê koma piçûk a çekdarî ji bo ku bi şiddetê bikeve parlamena federal, amadekariyên darîçav dikirin.”
Wezîrê Edaletê Marco Bûshcmann li ser twîtterê daxuyanî da û got, “Me operasyoneke mezin a antî-terorîst kir. Li gorî gumanên me, vê komê wê bi çekan êrişî saziyên destûrî bikirana.”
Di encama operasyonê de 25 kes hatine destgîrkirin û biryar hatiye dayîn ku 27 kesên din jî werin destgîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN