Hişên mirî zindî dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Gulan 2023 - 05:38

  • Nivîskara sosyalîst Helen Keller sala 1933’yan ji wan Naziyan re yên ku kitêb û kitêbxane dişewitandin, nameyekê nivîsand: Hûn dikarin pirtûkên min û her wiha pirtûkên nivîskarên baş li Ewrûpayê bişewitînin lê ji bîr nekin, fikrên di wan pirtûkan de bi her awayî li dinyayê belav bûne û dê hişên mirî her zindî bikin.

Nivîskar Helen Keller bi çalakiyên xwe yên ji bo seqet û berastengan tê naskirin. Ew di vî warî de aktivîsteke çê ye. Ji ber nexweşiyeke di zarokatiyê de kerr û kor bû. Lê piştî kerr û kor bû, hînî xwendin, nivîsandin û her wiha axavtinê bû. Ew di sala 1904’an de ji Koleja Radcliffê mezûn dibe û di heman demê de di komeleya akademîk a bi navê “Phi Beta Kappa” de perwerde dibe. Helen Keller li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yekem kesa kerr û kor bû ku dîplomaya “Bachelors of Arts” wergirt û di karê xwe de bû kesa herî baş û serketî. Ew nivîskarake sosyalîst bû, yanî xwe wisa pênase dikir. Lê ji bo mafê jinan jî têkoşereke jêhatî bû û ji bo jin mafê xwe bi dest bixin, dixebitî. Ango ew ji jinên “suffragette”* bû û bi her awayî li kêleka jinan disekinî, berxwedana wan mezintir dikir. Mirov bi rehetî dikare bibêje wê serê xwe bi meseleyên dinyayê re diêşand û hêviya dinyayeke baştir dikir ji bo siberoja insanan. 

Bi van hizr û ramanan Helen Keller di sala 1933’yan de di rojnameya “The New York Times”ê de ji bo Naziyên ku kitêb û kitêbxaneyan dişewitandin nameyek nivîsand. Di nav wan kesan de yên ku pirtûk dişewitandin, xwendekar jî hebûn. Wê di nameya xwe de nihêrînên Naziyan ên ku ruhê faşîzmê ava dikirin, rexne dikir û her wiha xelk jî li hember van nihêrînên bi tehlûke hişyar dikir. A rast wê ji xelkê bêhtir, Nazî ango kesên ku kitêb û kitêbxane dişewitandin hişyar dikir.

 

Tenê li meydanekê 25 hezar kitêb şewitandin!

Kitêba Helen Heller ya bi navê “Ez çawa bûm sosyalîst?” jî di nav lîsteya kitêban de bû ya ku Naziyan ji bo şewitandina wan ferman dabû. Gava ku partiya Nasyonalîst Sosyalîst yanî ya Naziyan biryar da kitêban bişewitîne, gelek xwendekar jî tevlî vî karî bûn û bi xwesteka leşkerên Naziyan kitêb şewitandin. Ev kes bêhtir xwendekarên zanîngehan bûn. Bi destê xwendekarên zanîngehê tenê 10´ê Gulana 1933´yan li meydana Opernplatz 25 hezar kitêb hatin şewitandin. Heman rojê bi giştî li 20 bajarên Elmanyaya Nazî, kitêb li meydanan hatin şewitandin. Di nava wan kitêban de kitêbên Erich Maria Remarque, Sigmund Freud, Thomas Mann, H. G. Wells û gelek nivîskarên din hebûn. Hemû kitêbên ku nivîskarên wan ne Elman bûn ji hêla rejîma Naziyan ve dihatin şewitandin. Nexasim jî kitêbên niviskarên Cihû dihatin şewitandin. Wekî din ji xwe hemû kitêbên li hemberî wan bûn, diviyabû bi carekê ji holê bihatana rakirin! Bi vî awayî kitêbxaneyên li Elmanya hatin talankirin û pişt re jî hemû pirtûk li meydanan hatin şewitandin.

 

Ji we we ye hovîtiya we nayê zanîn

Helen Keller baş dizanîbû ku ev êrişên Naziyan li hember Cihûyan in. Jixwe, wê jî di nameya xwe de digot; “Ji we we ye, xelkên li vir hay ji hovîtiya we ya li hember Cihûyan nînin.” Nameya wê îşaret bi hêza hizir û ramanan dikir û her wiha neçarî û helwêsta faşîzmê ya li hember van fikran dianî bîra xwendekaran; wan xwendekarên ku kitêb dişewitandin. Wê digot, hûn bi vê helwêsta xwe nikarin fikir û ramanan ji holê rakin. Her çiqas van kesên ku ev kitêb û kitêbxane şewitandine, dîrok nivîsandibin jî, bûyerên şewitandina kitêban li meydanan dikin ku ev kes bi rûreşî werin bibîranîn û ti carî neyên jibîrkirin. Hin nivîsên ku di wî zemanî de weke helwêst hatine nivîsandin, weke nameya Helen Keller, vê yekê baştir nîşan didin. 

 

Fikir namirin û zordaran têk dibin

Mirov dikare gelaleya nameya ku Helen Keller di sala 1933’yan de bi daktîloyê nivîsandiye, bibîne. Li ser nameyê nîşeyên alîkara Helen Keller, Polly Thompson jî hene. Wê ev nîşe bi destan nivîsandine. Nivîskar Helen Keller ku weke sosyalîstekê dihat zanîn, bi nameya xwe ya li jêr, hovîtiya faşîzmê ya ku dixwaze ramanên insanan ji holê rake dinirxîne û bi kurtasî dibêje; 

“Heger hûn dibêjin em ê fikran ji holê rakin û bikujin, hûn yeqîn bikin ku dîrokê ti tiştî hînî we nekiriye. Beriya we jî zordaran xwest heman tiştî bikin, lê fikiran bi hêza xwe hemûyî li ber xwe da û zordar têk birin.

Hûn dikarin pirtûkên min û her wiha pirtûkên nivîskarên baş li Ewrûpayê bişewitînin, lê ji bîr nekin fikrên di wan pirtûkan de bi her awayî li dinyayê belav bûne û dê hişên mirî her zindî bikin. Ji bo wan leşkêrên Elman ku weke koran tim di şerê cîhanê de ne, bêyî ku dawa tiştekî ji wan bikim, bi dilê xwe yê safî min mafê telîfên xwe yên pirtûkan da Elmanan.

Acizî û pirsgirêkên ku we ber bi nexweşbîniyê ve dibin, fêhm dikim; lê bêhtir li ber nifşên siberojê dikevim ku ew ê bi korfehmî û bêedaletiya we rabin, û mezin bibin.

Ji we we ye, xelkên li vir hay ji hovîtiya we ya li hember Cihûyan nînin. Xwedê ti carî ranazê û hikmê wî tim li ser serê we ye. Ji dêvla ku xelk we bi hovîtiyê nas bike û ji we nefret bike, ez bim kevirekî aşî bi stûyê xwe ve bikin û xwe biavêjin behrê. Dê wisa baştir be ji bo we.”

 

*Suffragette; jinên ku di destpêka sedsala 20´an de bi berxwedana pasîf doza mafên jinan ên hiulbijartinê kirin. Ev peyv nexasim jî li Ingilistan û Emerîkayê wan jinan îfade dike, yên ku ji bo mafên jinan ên grev, hilbijartin û civînan têdikoşiyan. Ew jinên radîkal bûn û ji bo mafên xwe bi dest bixin, gelek caran protesto û çalakiyên grevên birçîbûnê li dar xistin. Di encama van protestoyan de gelek mafên xwe jî bi dest xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

   

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.