Li dijî 46 neonaziyan operasyon

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:45

  • Polêsên Elmanyayê li hemberî neonaziyan li 11 herêman bi ser 60 cihan de girtin. Di hedefa wan de 46 kes hene.

Polêsên Elmanyayê li hemberî neonaziyan li 11 herêman bi ser 60 cihan de girtin. Di hedefa wan de 46 kes hene.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal li 60 cihên li 11 herêman, bi gumana ku ‘endamê rêxistineke terorîst a rastgiriya radîkal in’ 4 kes hatine girtin û ew kirine nezaretê.

Li gorî agahiyên fermî, 800 lêpirsîner tevlî vê operasyonê bûne û di hedefa wan de 46 kes hene.

Hate zanîn ku polêsan serokê koma Neonazî ya bi navê ‘Knockout 51’ Leon R. jî kiriye nezaretê. Li gorî gumanan ev kesên ku polêsan ew kirine nezaretê, li dora fikrên nijadperestiya Elman perwerdehiya ‘şerê kolanan’ dida ciwanan.

Li gorî agahiyên ji rayedaran, ev koma Neonazî dixwaze li eyaleta Thuringenê li bajarê Eisenenachê taxeke ‘Neonaziyan’ ava bike. Ev kom ji bihara 2021’ê ve li herêmê digere û vê komê yek jê bi giranî, gelek kes jî birîndar kirine.

Li Elmanyayê di salên dawîn de tevdîrên li hemberî gefa Neonaziyan zêdetir bûne. Hikûmeta nû, pêla Neonaziyan weke tehlûkeyeke di dereceya yekem de pênase kir.  

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.