Pêlavên zarokên qirkirî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Gulan 2023 - 04:28

ÎSMET KAYHAN

 

Li muzexaneya Auschwitz-Birkenau vê carê ji bo parastina pêlavên zarokan projeyek hatiye bipêşxistin. Sedem ew e ku êşa me di bîra me de bimîne. Êşeke ecêb a qirkirinê. Labaratuwarên muhafezekirinê yên muzeyê pêlavên 8 hezar zarokan wê biparêze. Gelek ji wan fereke wan winda ye. Proje jî wê du salan dewam bike. Ev pêlavên zarokan wê êşên qurbanên qirkirina li dijî Cihû û Romanan a Elmanyaya Nazî ya li Kampa Auschwitzê , nîşanî me bide. 

Di çarçoveya projeya du salan de, tê plankirin ku belgeyên terîfker û wêneyên qederê 8 hezar pêlavan bên girtin. Mezinahiya van pêlavan wê bê diyarkirin û ji bo her pêlavê, karteke objeyî ya bi wêne û terîfeke berfereh wê bê çêkirin. Tê plankirin ku databaseke li ser hilberîner û kesên pêlav xistine piyên xwe bi vî awayî bê amadekirin. 

Armanceke din a projeyê ew e ku kevinbûna pêlavan dereng bixe. Yanî li gorî rewşa wan û malzemeyên çêbûne, wê pêşî lêkolîn bên kirin paşê tedbîrên parastina wan bên girtin: metalê têde çawa çêtir dikare bê parastin, caw û çermê wan çawa çêtir tê parastin. 

Nîşana qirkirina bi sedhezaran zarokî

Alîkarê rêveberê muzeyê yê ji muhafezekirinê berpirsiyar Rafał Pióro dibêje, “Pirr muhim e em bi lez zend û bendan badin da ku em pêlavan demeke dirêj biparêzin." Ji konservatorên muzeyê Mirosław Maciaszczyk jî dibêje, “Di çarçoveya projeyê de wê nasnameya çendekan ji qurbanên zarok ên qirkirinê, bê tesbîtkirin û em difikirin ku serpêhatiya wan wê bibe nîşana bi sedhezaran qurbanên navê wan ne diyar."

Tevî van 8 hezar pêlavên li muzeyê, bi giştî 110 hezar pêlav hene. Gelek ji pêlavên zarokan di beşa pêşangeha daimî ya muzeyê de tên nîşandan. Gelek ji van pêlavên cihê - ji şimikan heta bi botan - fereke wan wenda ye.

Pêlavên zarokan bi pirranî yek fer mane, lê ji ber nîşanên li ser wê ferê yên hinan, hilberînerê wan hatine tesbîtkirin. Li ser hin pêlavan nav û navnîşan hene ku dihêlin mirov xwediyê wan tesbît bike û ev pêlav bi rastî jî bê nimûne ne. 

232 hezar zarok

Li gorî texmînan, qederê 232 hezar zarok û ciwanên Cihû û Roman - li nava wan çendek Lehî û Rûs jî hebûne - şandine kampa qirkirinê ya Elmanyaya Nazî ya Auschwitzê. Ji van zarokan tenê 700 Çileyê 1945´an sax hatin rizgarkirin.

Li gorî texmînan li kampa qirkirinê ya Auschwitz-Birkenauyê bi giştî bêhtirî milyonek û 100 hezar mirovî hatine kuştin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.