Cewherê 8'ê Adarê, raperîn e 

Çarşem 3 Adar 2021 - 01:11

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat destnîşan kir ku îsal jî wê di 8'ê Adarê de lêpirsîneke radîkal li sîstemê bê kirin û got, "Cewhera pîrozbahiyê, serhildan e. Hesabpirsîna ji sîstemê ye." 

Ronahî Serhat li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku jinên Kurd ji dema ku li nava refên PKK'ê dest bi têkoşîna azadiya jinê kirin û vir ve her 8'ê Adarê kirine mîladeke têkoşînê û bi vê wateya dîrokî 8'ê Adarê pêşwazî kirin.

Ronahî Serhat got, "Me têkoşîna wê yekê kir ku 8'ê Adarê ji wateya rojeke sembolîk a bîranîna maf û pirsgirêkên jinan derxînin, her rojê bikin rojên têkoşînê."

Ronahî Serhat anî ziman ku li nava şert û mercên mêtingeriyê yên li Kurdistanê, li gorî ruh, wateya 8'ê Adarê bersiva herî guncaw bi xweparastinê, bi têkoşîna azadiya jinê tê dayin û got; "Têkoşîn û rêxistiniya xwe naspêre xeta xweparastinê, neçar e têk biçe. Gerîlayên jin ên li çiyê, deşt û bajaran, yekîneyên çekdarî yên jinan temînata azadiyê ne. Dest ji vê yekê nayê berdan.

Jin û ciwan ku hêza guherîna civakî û hêza şoreşê ye, divê civakê rakin ser piyan. Dem dema azadiyê ye. 8'ê Adarê ya 2021'ê wê bibe qada têkoşîneke radîkal û dewlemend ku teqez bi ser bikeve. Gotina me wê çalakî be, çalakiya me jî wê serketin be. Di çalakiyên îdeolojîk, leşkerî û siyasî de karên me yên avakirinê wê dewam bikin. Li dijî jinê, nirxên destketî û qadên me yên azad êriş ji kê tê bila bê, wê bi ruhê Garê bersiv bê dayin."

Ronahî Serhat herî dawî got, "Em sala 2021'ê weke sala jinê pêşwazî dikin, ji gotinê heta çalakiyê, ji hunerê heta sporê em ê her qadê, bi nirxên azadiyê bixemilînin, zêde bikin, bedew bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.