Çete li xwe mikur hatin

Çarşem 18 Sibat 2026 - 02:50

Berpirsyarê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saed Mean di derbarê lêpirsîna ku bi çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê hatiye despêkirin de agahiyan parve kir.

Saed Mean ragihand ku di lêpirsînên destpêkê yên bi DAIŞ’iyan re eşkere dibe ku ew çete tevlî gelek sucên cûr bi cûr bûne.

Li gor gotina Saed Mean, çeteyên DAIŞ’ê li xwe mikurhatine ku wan li dijî Êzidiyan komkujî pêkanîne, her wiha di dagirkirina hin deveran de jî çekên kîmyawî bikaranîne. Saed Mean eşkere kir ku lêpirsînek baldar li gor tedbîrên dadweriyê li gel çeteyan de tê kirin û kesên ku tevlî sucan bûne lêpirsînek tûndtir li gel wan de tên kirin. Hêjayî gotinêye Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê temambûna lêpirsîna despêkê ya zêdetirî 500 çeteyên DAIŞ’ê ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê ragihand. Hejmara giştî ya wan çeteyên ji Sûriyeyê anîne Iraqê 5 hezar û 704 çete ne ku hemwelatiyên 61 welatan in.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.