Celal Ezabanî; galeriya bîr û hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Sibat 2025 - 00:05

  • Li Başûrê Kurdistanê her çend hikûmet piştgiriyê nede welatiyan jî hin welatî bi dildarî dikevin bin barê arşîv û berhevkariyê û galeriyan ava dikin. Aram Şemêranî jî yek ji wan kesan e ku li Helebceyê bi derfetên xwe galeriyek vekiriye û bîra Helebceyê bi vî awayî diparêze.

Ciwanê Helebceyî yê bi navê Aram Şemêranî bi avakirina Galeriya Celal Ezabanî bi rêya wêneyan dîroka dewlemend a rewşenbîrî û hunerî ya Helebceyê parastiye. Şemêranî galeriyek çêkiriye nêzî 5 hezar wêneyên di dem û cihên cuda de hatine girtin kom kiriye, rojane welatiyên navxwe û biyanî serdana wê dike û bûye navendeke çand û hunerî.

Têkildarî naverok û serdanên ji bo galeriyê Berpirsê Galeriya Celal Ezabanî, Aram Şemêranî ji axivî. Şemêranî anî ziman ku 2003’yan hest bi wê yekê kir ku valatiyeke ya rewşenbîrî li karê belgekirina dîroka Helebceyê heye û got: “Ji wê kêliyê û şûn ve min hewl da wêneyan kom bikim. Heta sala 2022’an piştî 19 salan derket ku min arşîvek mezin berhev kiriye ku tevahî ji wêneyên dîrokî yên bajar pêk tên. Paşê min vê galeriyê bi hewldanên xwe yên kesî û alîkariyên xwebexşî ava kir.”

Yekem galerî û arşîva wêneyan

Aram Şemêranî destnîşan kir ku îro galeriya wî bûye navendeke rewşenbîrî û hunerê û ev anî ziman: “Piranî berhem û tabloyên heyî li ser jenosîd, wêje û pêkhateyên Helebceyê ye. Dîsa wêneyên kesayet, malbatan jî li xwe digire. Li aliyekê berhemên werzîşî, sînema, wêje, şehîd û bîrîndar jî hene. Hemû berhemên heyî sûcên ku li bajar hatine kirinin. Ev berhem hemû hatine arşîvkirin. Yekem galeriya wêneyane ku li bajar piştî raperînê bi vî rengî hatiye vekirin.” Şemêranî destnîşan kir ku galeriyeke pir rengî û netewî ye û got: “Her çendî galeriyeke reweşenbîrî ye jî, lê di nava berheman de wêneyên mamostayên baweriya Îslamê, wêneyên Kakeyî, Yarsanî hene. Dîsa wêneyên Cihûyan yên berê ku xwedî dêr bûn hene. Ji hemû pêkhateyan wêne hatine danîn, li gorî derfet û cih.”

Hikûmet alîkariyê nedaye wan

Aram Şemêran bi van gotinan rexne li hikûmetê kir: “Galeriya me ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ve xwedî belgeya fermî ye. Lê heta niha ji bo ti projeyeke me alîkariya madî nekiriye. Tenê ji aliyê parêzgerê Helebceyê ve bi qasî 100 dolar mehane alîkarî tê kirin. Tevî ku rojane bi sedan geştyar û mêhvan serdana galeriyê dike.” Şemêranî bal kişand ser wêneyên dîrokî yên li nava galeriyê û ev agahî da: “Wêneyê herî kevn û dîrokî yê li nava galeriyê wêneyê begên Caf e ku li Tirkiye hatiye girtin. Di wextê de ango sala 1890’an bi siwarî çûne wî welatî. Wêneyek din jî begekanî Şêwekel ê sala 1911’an ku dibe 114 sal berî niha. Dîsa hinek wêneyên din yên berî raperînê ne, dema kîmyabaranê ya li Helebce ne. Li ser hemû wêneyan agahiyên pêwîst hatine nivîsîn.”

Ji bo xatirê Celal Ezabanî bênavber arşîv dike

Şemêranî qala şêwazê berhevkirina wêneyan jî kir û got: “Beşek ji wêneyan, min ji elbûma nava malê girt. Niha berhemên herî nû wêneyên Omer Xawer û sûcên kîmyebarana Helebce min peyda kirin. Di galeriyê de 5 hezar û 400 wêneyên Helebce ku temamê agahî li ser wan wêneyan hene. Dîsa xelk bi rêya tevnên civakî wêneyan ji bo min dişînin. Ez bê navber van berheman arşîv dikim.”

Aram Hisên Qadir ê bi navê Aram Şemêranî li sala 1974’an li Helebce hatiye dine. Xwedî belgeya mamostayî li beşa werzîşe. Bi hewldanên xwe Galeriya Celal Ezebanî avakiriye. Xwedî gelek pirtûk û xelatên rêzlêgirtinê ya derbarê mafê mirovane. Celal Ezabanî helbestvanekî dema kîmyebaranê bû. Sala 1964’an li gundê Bekrawa ya sînorî ji dayîk bûye. Di dema kîmyebaranê de şehîd dibe. Ne gor û ne jî helbestên wî diyarin. Di wê demê de Ezabanî li gel karê xwe yê hunerî endamê Komeleya Rêncberan jî bû. Di gelek şanoyan de cih girtiye.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.