Careke din taloq kirin
Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:24
Dihat payîn ji girtiyên Behdînanê Mamosta Bedel Berwarî û Rojnamevan Umêd Beroşkî doh piştî 4 car taloqkirina dadgehkirinê, careke din li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê werin dadgehkirin. Lê danişîn careke din hate taloqkirin.
Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî di 19’ê Tebaxa 2020’an de bi îdiaya ku xelk teşwîqî xwepêşandanan kirine, hatibûn binçavkirin.
Di 2’yê Hezîranê de jî ji 2 dozan li Dadgeha Giştî ya Dihokê hatin dadgekirin û salek cezayê girtîgehê dan Rojnameger Umêd Beroşkî.
HEWLÊR