Çanda rojhilatê Dêra Zorê
Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:09
- Meclîsa Çand û Huner ji bo nasnadina çanda Erebî û rêûresmên êlên Ereb yên Rojhilatê gundewarê Dêrazorê çalakiyek li rojavayê gundewarên Hecînê li dar xist.
Meclîsa Çand û Huner ji bo nasnadina çanda Erebî û rêûresmên êlên Ereb yên Rojhilatê gundewarê Dêrazorê çalakiyek li rojavayê gundewarên Hecînê li dar xist.
Rûspiyên êlên herêma rojhilat, nûnerên meclîs, saziyên herêmî û leşkerî, Partiya Sûriya Paşerojê, ciwan, Mala Jinê û bi dehan şênî jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endamên Meclîsa Herêmî ya herêma rojhilat Xelîl El-Hindawî bixêrhatina beşdaran kir.
Paşê rûsipiyê qebîleya El-Ibêd, Xelîl El-Ezîz, rûsipiyê êla El-Igêdat Hewas El-Casim li ser dîrok û rêûresmên deverên xwe peyivîn.
Rûsipiyê êla El-Ibêdiyê yê li Hecînê Silêman El-Sibêxan behsa reseniya rêûresmên herêma rojhilatê Dêr Zorê kir.
Di çalakiyê de berhemên hunerî hatin nîşandan û helbest hatin xwendin.
Hevseroka Meclîsa Jinan a rojhilat a gundewaran Fatme El-Salim hêvî kir ku çalakiyên wiha her tim li dar kevin, hezkirin û têkilî di navbera pêkhateyan de dewam bike.
Heman çalakî dê di destpêka biharê de li herêma El-Şafeyê jî wê li dar keve.
ANHA/DÊRA ZOR