Dîrok ne tenê ji ber ku dema bihurî, nîşanî mirovî dide girîng e. Nexasim ji ber ku di gelek babet û bûyeran de rêya mirovahiyê jî ronî dike, hinde girîng û jênager e.
Têgiha dîrokê bi kurtî ‘Beşek ji zanistiyê ye." Bûyerên li ser mirovan, welatan, civakan, saziyan bandor kirine, bi nîşandana dem û cih ve destnîşan dike û her wisa têkiliyên di navbera wan de, li gel sedemên wan yên bingehîn lêdikole. Ev pênaseya kin jî têrê dike ku nîşan bide ka dîrok ji bo mirovahiyê çiqas beşek e girîng a zanistiyê ye.
Di serdema me de dîrok û bûyerên dîrokî bi leza ba û brûskê diqewimin û bi pêş dikevin. Gelek caran dîroknas û lêkolîner bi xwe jî gava behsa hind bûyeran dikin, dikevin nav dudiliyan. Ango divêt baş li têbinî û notên xwe binêrin, lewra bûyerên bingehîn û yên li dora wê hinde bi lez bi pêş dikevin, ku carna bûyerên talî ji esasê jî girîngtir encaman derdixînine holê.
Li gel wan, bûyerên ku herikîna dîrokê guherandine û diguherînin jî hene. Ev ji bo kes, gel, dewlet, herêm, parzemîn û bi giştî ji bo tevahiya cîhan û gerdûnê jî lê ye.
Weke mînak derketina Sûmeran a ser qada cîhanê û nivîsandina yekem kevalên bûyerên dîrokî ji bo mirovahiyê weke girîngtirîn pêşketina dîrokî tê pênasekirin. Wisa girîng e ku bi giştî ol, bawerî û fîlozofiyên dûvre derketine jî bi wê şaristaniyê ve tên girêdanê.
Mirov dikare îcad û vedîtinên teknîkî û heta keşfa perzemîna Emerîkayê jî weke bûyerên dîrokî û yên mohra xwe li bipêşketina dîrokê dane, bihesibîne.
Şoreşa Fransa, Şoreşa Emerîka û Şoreşên Sovyetê jî di warê civakî û neteweyî de bûyerên girîng in. Her yekê ji wan bi berfirehî û kûrahî bandorê li bipêşketina mirovahiyê kirine. Wekî din, çûna ser Heyvê, vedîtina elektrîkê, îcada atomê û heta roja me ya îro înternet jî di nav de gelek bûyerên girîng ji aliyê mirovan ve ji bo dîroka mirovahiyê hatine diyarîkirin. Helbet ev hemû û tevde bi kêrî bipêşketin û bextewariya mirovahiyê nehatine. Gelek caran zanyarên ku ew îcad kirine, ji ber keda xwe poşman jî bûne. Nobel û Eînsteîn di nav wan kesan de tên hejmartin, lewra îcadên wan dûvre bûn bobelat û karesat bi ser mirovahiyê de hatin xwarê.
Herdu şerên cîhanî di vî derbarî de nimûneyên sosret nîşan dan.
Dûvre hêzên serdest yên cîhan û gerdûnê di nav xwe de parve kiribûn dîtin ku wisa nabe, li hev rûniştin û qaşo riyeke nû ji bo mirovahiyê dîtin. Êdî wê şerên cîhanî rûnedana, nemaze di nav aştiyê de bi hev re, li gel nakokî û dijberiyên xwe bijiyana. Lê hîna ji destpêkê ve derket holê ku ev tenê şanoyeke çêkirî ye û şerên germ û bixwîn veguherîn şerên sar. Rast e dewletên serdest û mezin rasterast têkelî nav şerî nebûn, lê welatên bindest û jar her tim meydana şer û nakokiyên di navbera serdestan de bûn.
Ji Vîetnamê heta Kubayê, ji Efrîkayê heta bi Filistînê gelek welat di encama wan dijberî û şeran de veguherîn gola xwînê. Pîra bi navê dîrokê gelek caran da nîşan ku eger ew serdestên cîhanî bixwazin, dikarin di nav çend kêliyan de jî wan pirsgirêkên ku mîna heta hetayê çareserkirina wan ne pêkan e, ji holê rakin. Heger mirov bala xwe bide rûpelên NY´ê jî wê derkeve holê ku heta niha çendîn pirsgirêkên neteweyî bi riya wan hatine çareserkirin. Lê ji bo Kurdistanê û çend welatên weke wê, ev qanûn ne lê ye. Pergala ku piştî şerê duyemîn hatibû danîn û sazkirin, weke pergala dijkurd û Kurdistanê dirûst bûbû. Kurdistan weke gelê herî mezin ê bindest bêyî ku navê wê jî bê nivîsandin, bindest hatibû hiştin. Dewlet, kes û hêzên rêveber ên cîhanê ji rewşê razî bûn. Li gorî fîlozofiya Darvînîst jî wisa bû: Piçûk û jar dibûn xurekên hêzdar û mezinan. Û dîrokê jî wisa riya xwe dewam dikir. Lê kes û hêzên ku ev qeder hîç qebûl nedikirin jî hebûn. Hêza ku ji salên 1980´yî ve dîroka Rojhilata Navîn diguherand û bandor li cîhanê jî dikir, ji destpêkê ve ji vê sazkariya neadil û bêwijdanî re NA digot.
Xwe lê kerr û kor kirin, pê keniyan, asteng kirin, êriş kirin, li gorî wan Kurd tim parsekên azadî û mafan bûn. Lê ev tevger û şoreş pirr cûda bû. Bi sebir û bi êş li riya xwe dewam kir. Roj hat bi navê DAIŞ´ê belayek li serê dinê peyda bû. Wisa kir ku cîhan hemû hat ber deriyê Kurdan û ji wan lava kir. Kurd jixwe li meydana şerî bûn. Tenê rastiyeke din li têkoşîna wan zêde dibû, ew jî çavên cîhanê ji nû ve vedibûn.
Va ye serketina Kobanê ew bûyer e ku mohra xwe li herikîna dîrokê da. Piştî 8 salan ji nû ve û heta hetayê pîroz be li Kurdistanê, li pakrewanan û cîhana pêşverû.