Bûye serêşa xelkê

Sêşem 29 Adar 2022 - 22:45

  •  Xelkê li derdora baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Başîkayê, bi tirs û nerazî ye ji ber hebûna baregehê. Lê parlamena Iraqê û hikûmet serê xwe ji vê tirs û endîşeya xelkê xwe naêşînin.

Malpera Kirkuk Now ku nûçeyên elaqedarî deverên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Navendî ya Iraqê de nakok dide, bi îmzeya Ammar Azîz nûçeyek li ser nerazîbûna xelkê ji baregeha artêşa Tirk a li Başîkayê amade kir. Ew dibêje, xelk hem ne razî ye û hem jî ji ber êrişên (li dijî baregehê û yên ji baregehê) ew bi tirs û fikar in. 

Li gorî nûçeyê cotkarên li hawîrdorê baregehê êdî nikarin erdên xwe jî cot bikin. Ammar Azîzî bi bîr dixe ku di êrişên li dijî baregehê de heta niha 3 kesên bê guneh birîndar bûne û 2 ji wan jî zarok bûne. Ji ber êrişa bi moşekan a 7´an a li dijî baregehê nerazîbûna xelkê zêdetir bûye. Ev êriş 3’yê Sibata 2022´yan pêk hatibû. 

Tesîreke xirab li rêveberiya cihî dike

Hemîd Emîn Xerîb midûrê nehiyeya Zîlkanê ye ya ku ser bi Şêxanê ye. Ew rayedarê devera herî nêzîkî baregehê ye. Ew ji Ammar Azîz re dibêje, “Hebûna baregehê tesîreke xirab li rêveberiya cihî ya deverê dike. Xelkê gundan ji rewşê pirr aciz û zivêr in. Xelk bi giştî ditirse ku ji ber êrişan canê wan jî di tehlûkeyê de ye û dibe ku ew neçar bimînin malên xwe careke din bi cih bihêlin. Bi ya min ji bo ku ev baregeha eskerî bimîne ti sebeb nîne.” 

Bi van gotinên xwe esas ew balê dibe ser sedema bicihbûna artêşa Tirk li vê deverê. Sal 2014´an dewleta Tirk îdîa kiribû ku ji bo alîkariyê di şerê li dijî DAIŞ´ê de bide Iraqê wê baregeh ava kiriye. Niha piştî ku rîska DAIŞ´ê li deverê nema xelk dipirse, ka çima baregeh li cihê xwe maye. 

Cihê tehlûkeya êrişan heye cihê Kurdan e

Baregeh nêzî nehiyeya Zîlkanê ye, ew li keviya nehiyeya Başikê ye jî û navê baregehê jî ji Başikê tê. Nêzî baregehê, di mesafeyeke 500 metroyî de du gund hene: Kudet û Cebra. Li van her du gundan Kurd û Ereb hene. Gundê Şeref jî nêzî baregehê ye û xelkê vî gundî Ereb e.

Midûrê nehiyeya Zîlkanê Hemîd Emîn Xerîb dibêje, serjimara Şêxanê 50 hezar e û pirraniya nifûsê jî Êzîdî ye. Li qederê 30 gundan Ereb û Kurdên Misilman jî hene. Xerîb wiha dewam dike: “Ji herêma di kontrola Heşdî Şabî de êrişî baregehê tê kirin.” 

Xelkê deverê ne rehet e. Yek ji wan Îhsan Nûn e. Ew dibêje, piştî her bomberdûmanê, ew ditirsin ku wê neçar bin careke din malên xwe bi cih bihêlin. Ew dibêje, her êrioş trawmayeke nû ye nexasim jî ji bo zarokan. 

Divê parlamen û hikûmet biryarê bidin

Ammar Azîz bi bîr dixe ku di Nîsana 2021’ê de di êrişeke li dijî baregehê de moşek li malekê ketine û du zarok birîndar kirine. Bi ya wî baregeh bûye bela serê xelkê deverê.

Nûnerê berê yê Şebek ê Meclîsa Parêzgeha Nînovayê Gejwan Hamîd jî dibêje, “Hebûna baregeha Tirk li deverê hem ji bo xelkê û hem jî ji bo hêzên ewlekariyê [yên Iraqê] tenê serêş e. Divê hikûmet û parlamena Iraqê biryarekê bidin. Xelkê deverê beriya demeke kurt li cihwarê xwe vegeriya. Divê garantiya ewlekariyê mirov bide wan. Ev ne ji erkên rêveberiya cihî ya Nînovayê ye. Hikûmet û parlamen [-a li Bexdayê] di vî warî de gavê biavêje û dawiyê li hebûna Tirk a li deverê bîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.