Biryarê rawestînin

Sêşem 14 Çile 2025 - 02:53

Roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.

Yekrê û piştevan bin

Çalakvana mafê mirovan Şîrîn Ebadî ragihand ku rêya sereke ya rejîma Îranê xwe pê li ser lingan girtî hilweşandina muxalefetê bû û got:“Divê em hemû li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî, yekrê û piştevan bin.”

Encûmena Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de nerazîbûn nîşanda û got:“Nabe Pexşan Ezîzî ji ber berjewendiyên siyasî jiyan lê were standin. Nabe ti welatiyek li ser fikir, bawerî û kiryarên siyasî bikeve di jêr zextan de. Em erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û birîna cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî, Mehdî Hesenî, Bêhroz Îhsanî û girtiyên din ên siyasî şermezar dikîn. Jiyana mirovan giran û binirxe, mafê jiyanê mafê herî bilind ê mirove. Ji bo wê nabe mafê Pexşan Ezîzî ji ber berjewendiyên siyasî û komî yan jî ji ber her behaneyek din jê were standin.”

Ceza rewşê aloztir dike

Eniya Yekgirtuya Kurd jî bang li rejîma Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd  Pexşan Ezîzî hatî birrîn ji nûve di ber çavan re derbaske û got:“Bi van cezayên giran ti pirsgirêk çareser nabin, berovajî rewşê aloztir dike. Em wek Eniya Yekgirtuya Kurd hevsoziya xwe li gel binemala Pexşan Ezîzî tînin ziman. Daxwaz ji rejîma Îranê û berpirsên peywendîdar dikîn cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û hemû dosyayên din ên darvekirinê ji nûve di ber çavan re derbaske. Em daxwaza betalkirina cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî dikîn û divê cezayê darvekirinê were hilweşandin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi van cezayên giran û nedadperwerî ti pirsgirêkek çareser nabe, berovajî rewşê aloztir dike, nerazîbûnan zêdetir dike û civak jî pê hestiyartir dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.