Bîrnebûn cara 82’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 23:28

  • Hejmara nû ya kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê, Bîrnebûn bi hejmara 82’an derket. Kovara her 3 mehan carekê derdikeve, di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cûreyên din.

Hejmara nû ya kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê, Bîrnebûn bi hejmara 82’an derket. Kovara her 3 mehan carekê derdikeve, di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cûreyên din.

Kovarê sala 1997’an li Elmanyayê dest bi weşanê kiribû û ev 23 sal in weşana xwe dewam dike. 

Di vê hejmarê de, Muzaffer Ozgur bi nivîsa xwe ya “Cîhanbeylî û êşa 52 rojan”, Feyzî Mîrhesen bi “Şîroveya kilamên dengbêjan”, Altun Başaran bi “Bihîstina şînên me li xerîbiyê” cihê xwe digirin. Nuh Ateş jî çîrokeke Heinrich Boll ji zimanê Elmanî wergerandiye Kurmancî. Rohat Alakom jî bi nîvîsa “Kurd: Neviyên Nûh” di vê hejmarê de nivîsiye. Her wiha Adem Ozgur jî bi şêwekar Hakan Yaşar re hevpeyvînek kiriye û berhemên wî dide naskirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.