Bingehê şoreşê ye

Yekşem 12 Adar 2023 - 17:51

  • Qurbaniyên Komkujî û Serhildana 12´ê Adarê ya Qamişloyê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bibîranîn. Di merasîman de peyama "Em careke din destûrê nedin fitneyên rejîmê" hat dayîn.  

Qurbaniyên Komkujî û Serhildana 12´ê Adara 2004´an a Qamişloyê, li Qamişlo, Girê Spî û Kantona Şehbayê hatin bibîranîn.

Kurd û Ereb li Goristana Taxa Qidurbeg a Qamişloyê kom bûn û qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn. Di çalakiya bibîranînê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Hesne Remo axivî û qurbaniyên serhildanê bi bîr anîn. 

Hesne Remo got, “Rejîma Sûriyeyê hewl da fitneyeke mezin derxe û projeyên xwe li dijî gelê Kurd pêk bîne. Lê bi saya yekîtî, hevgirtin û ruhê serhildanê, pîlanên wê bi bin ketin. Em soz didin şehîdên xwe ku dê li ser şopa wan bin.”

Piştre jî xelk û malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Li wir endamê PYD'ê Şerîf Hecî Mehmûd got serhildan bû bingehê Şoreşa 19'ê Tîrmehê.

Piştre jî xelk çû Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê. Li wê yarîgehê komkujiyek pêk hatibû û veguherîbû serhildanekê û li tevahî herêmên Rojava, Heleb, Şam û Reqayê belav bûbû. Li Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê di merasîma salvegera 19'an a Komkujî û Serhildana Qamişloyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etoş axivîn.

Telet Yûnis got, "Gel di serhildanê de bi hev re bi diruşma ′Na ji desthilatê re, na ji siyasetên qirkirin û fitneya di navbera pêkhateyan de′ bang kir. Tu hêza kapîtalîst nikare li dijî nirx, dîrok, yekîtî û berxwedana gelan bi ser bikeve. Serhildana 12′yê Adarê nîşaneya vê yekê bû ku ev rejîm nikarin siyasetên xwe yên înkar û nijadperestiyê dewam bikin û divê demokrasî pêk bê.

Serhildana Qamişloyê veguherî bingehê şikandina dîwarên tirsê li gel Gelê Sûriyeyê, her wiha bû bingehê Şoreşa 19′ê Tîrmehê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Rêveberî wê destûra fitneyê nede

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etoş jî komkujî şermezar kir û  got, "Ev bûyer pîlankirî bûn da ku fitnê di navbera Kurd û Ereban de çêke. Em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek gel in û xwîna me yek e. Em nahêlin aliyek fitnê di nava me de derxe. Me bi bi hev re şerê terorê kir. Ji lew re gel li dora QSD′ê wê bimîne û wê Rêveberiya me ya Xweser û hêzên me li hemberî van astengiyan berxwedêr û serbilind be."

Zêhniyeta hikûmeta Şamê neguheriye

Bi heman boneyê, Meclisa Kantona Girê Spî û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê jî daxuyanî dan. Meclisa Kantona Girê Spî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Endama Komîteya Jinan a Meclisê, Medîne Muslim daxuyanî xwend. Endamên komîteyê, saziyên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Wan got, armanca rejîmê ew bû ku herêmê lawaz û parçe bike. Meclisê destnîşan kir ku komkujî veguherî serhildanê û wiha dewam kir: “Hikûmeta Şamê hîna bi heman zîhniyetê tevdigere û hewl dide fitneyê têxe navbera xelkê herêmê.”

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê jî li Yarîgeha Dostaniya Kobanê û Norwêcê daxuyanî da û endama rêveber a desteyê Yara Nebî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de 12'ê Adarê weke dendika Şoreşa Rojava hat nirxandin. 
 
Rê li ber zordestiyê bigirin

Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn-Şehbayê jî bi heman boneyê, li ber avahiya xwe ya li Til Qerahê daxuyanî da. Daxuyaniya bi Kurdî Dilovan Elo xwend. Wî ewilî qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û got, beriya 19 salan, li kela berxwedanê Qamişloyê serhildanekê dest pê kir û wiha dewam kir: “Serhildana 12’yê Adarê bû bingehê Şoreşa gelan, bû bingehê ruhê berxwedan û têkoşînê. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafan ew e ku rê li ber zordestiyê bigirin.”

ANHA / QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.