Bila desthilata Şamê sozan bi cih bîne
Şemî 29 Adar 2025 - 02:55
Hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsayê banga pêkanîna bendên peymana di navbera desthilata Şamê û QSD’ê de ya têkildarî vegera ewle ya koçberan kir.
Fermandarê giştî yê QSD’ê û serokê desthilata demkî ya Şamê 10’ê Adarê peymanek îmze kirin. Vegera koçberan a li warên xwe jî di peymanê de cih girtibû.
Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsayê Ayat El Ebdullah ji desthilata Şamê xwest sozên xwe yên ji bo vegera koçberan a li warên wan, bi cih bîne.
Ayat El Ebdullah got: "Niha peymaneke fermî di navbera desthilata Şamê û QSD’ê de heye. Ji bendên wê peymanê, mafê vegera dilxwaz û ewle ya koçberên ji ber dagirkeriyê li warê xwe heye. Ev peyman divê bibe bingeha qanûnî ya vegera ewle ya koçberan. 7 hezar koçberên niha li kampa Girê Spî dimînin."
Hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ku kampa Girê Spî bi rê ve dibe, ji desthilata Şamê xwest sozên xwe bi cih bîne û bendên peymana bi QSD’ê re pêk bîne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di encama êrişên xwe yên dagirkirinê de ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dabûn destpêkirin, bajarê Girê Spî û beşeke mezin a gundewarê wê dagir kirin. Di encamê de zêdetirî 100 hezar kes koçberî Eyn Îsa, Tebqa û Reqayê bûn. Ji wan 7 hezar li kampa Girê Spî dimînin.
ANHA/EYN ÎSA