Bi xwedîderketina sindoqan bi ser dikevin
Sêşem 9 Gulan 2023 - 00:46
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) ên Enqereyê bi rojnamevanan re civiyan û banga xwedî derketina li sindoqan kirin.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Enqereyê, bi rojnamevanan re civînek kirin. Namzetên parlamenteriyê û Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Filîz Kerestecîgolû tev li civînê bûn.
Namzetên parlamenteriyê Emîralî Turkmen, Selma Gurkan, Îhsan Seylan û parlamentera HDP’ê Filîz Kerestecîoglû axivîn, bersiva pirsên rojnamevanan dan û banga xwedî derketina li sindoqan û dengan kirin û destnîşan kirin ku ew ê bi xwedîderketina sindoqan bi ser bikevin.
ENQERE