Bi Suryanî Mem û Zîn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Îlon 2021 - 04:30

Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji mêj li gelek zimanan hatiye wergerandin. Yek ji wergerên kitêbê yên herî balkêş wergera ber bi zimanê Suryanî ve ye. Li gorî qeydiya li Kitêbxaneya Bajêr a Berlînê, nusxeya li ber destê wê ya Memû Zîna bi Suryanî (Mem we Zîn/Mam wa-Zîn) destxeta bi Suryanî ya li ber destê wan sala 1885’an hatiye nivîsandin. Wergera pêşî ya ber bi Suryanî ve kengê û kê kiriye, niha nayê zanîn. Lê em dizanin ku nusxeyên wergerekê sala 1885’an peyda dibûn. Ev nusxe li ser malpera Kitêbxaneya Bajêr a Berlînê di nava berhemên dîjîtalkirî de peyda dibe. Koda qeydiya nusxeya destxetê Sachau 344 e. Destxet ji 113 rûpelan pêk tê.

Bo lînka berhemê bitikîne

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.