Bi şerê fedaî dagirker asteng kirin

Duşem 7 Mijdar 2022 - 00:15

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd, eşkere kir û got, "Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî bi şerê fedaî rê nedan dagirkeriyê û dagirkeran. Bi biryardariya xwe ya li ser têkoşînê bûn milîtanên mînak ên şerê azadiyê yê gelê me."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên li Zapê û Avaşînê şehîd bûn ev agahî dan: "Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî ku li hemberî van êrişan bi rengekî fedaî şer kirin û rê nedan dagirkeriyê û dagirkeran, bi daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê di şerê azadiyê yê gelê me de bûne milîtanên mînak. Berxwedan û jiyana destanî ya van hevrêyên me yên hêja ku li herêmên Avaşîn û Zapê şehîd bûn, îro jî ji bo hevrêyên xwe yên têdikoşin bûye çavkaniya moral û hêzê û bûye hinceta wê yekê ku derb li dijmin bê xistin. Di vê berxwedana dîrokî de şehadeta hevrêyên me yên herî hêja û dayina berdêlan, bêguman têkoşîna me lawaz nake, berevajî vê yekê kîn û hêrsa me ya li dijî dijmin xurtir dike. Li ser vî bingehî em careke din soz didin ku berdêl çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja bi ser bixînin û armancên wan pêk bînin."

HPG‘ê ji bo şehîd Bilind Milî got, "Hevrêyê me Bilind li nava malbateke welatparêz li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ew gihîşt wê baweriyê ku divê tevlî nava refên têkoşînê bibe û sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Bilind salên dûr û dirêj li herêmên Garê û Metîna tevlî nava karên pratîkî bû, bi fedakarî û keda xwe li pêş bû. Piştre, dema ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo tinekirina destketiyên gelê me êriş zêde kirin, sala 2014'an ji bo li dijî çeteyan şer bike derbasî çeperên berxwedanê bû û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi rengekî serketî bi cih anî. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ên ji sala 2015'an ve, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li Avaşînê û li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir. Li dijî êrişên dijmin ên sala 2021'ê, hem li tunelên şer hem jî bi rêbaza tîmên bi tevger li ber dijmin rabû û derbên giran li dijmin xistin. 

14'ê Nîsanê li hemberî êrîşan tevlî nava tîmên bi tevger bû, ji bo bersivê bide dijmin. Li qada Werxelê bi tîmên gerîla yên bi tevger hem gelek çalakî plan kirin hem jî bi xwe tevlî wan bû. Ji bo dijmin li qada Werxelê bi cih nebe heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû."

HPG‘ê ji bo şehîd Kendal Botan jî got, "Hevrêyê me Kendal li nava malbateke me ya welatparêz ji dayik bû û ji ber polîtîkaya 'Kembera Ereb' a rejîma Beesê neçar ma koçî Reqayê bike, bi kevneşopiya berxwedanê mezin bû. Hevrêyê me sala 2017'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku navenda têkoşînê ye û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Demekê li herêma Garê ma, tiştên hîn bû derbasî pratîkê kir. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Avaşînê, bû yek ji wan hevrêyên me yên pêşeng ku bi fedaîtî şer kir û pêşengî ji berxwedana dîrokî re kir. Hevrêyê me Kendal li qada Werxelê bi wêrekî û biryardariyeke mezin bersiv da hemû êrişan, bû yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedana dîrokî û şehîd bû."

HPG‘ê ji bo şehîd Nûman Amed jî got, "Hevrêyê me Nûman, ti carî polîtîkayên înkar-îmha û asîmlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger ên li hemberî hebûna gelê Kurd, nasname, ziman, çanda xwe qebûl nekir. Ew sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran veguherand enerjiya têkoşînê. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê re bûye pispor, dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Nûman piştî pratîka xwe ya gerîla ya li qada Qendîlê derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me li her qada ku lê ye hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe qezenc kiriye."

HPG‘ê ji bo şehîd Ronî Botan got, "Hevrê Ronî di malbateke welatparêz a dilsozê vê kevneşopiya berxwedanê ya xurt de ji dayik bû. Hevrêyê me sala 2015‘an berê xwe da nav refên gerîlayên azadiyê. Hevrêyê me Ronî ku demekê li herêma Besta ma û çalakiyên gerîla pêk anîn, piştre derbasî herêma Metîna bû. Hevrêyê me demekê li qadên Metîna û Garê ma, ligel ku birîndar bû jî, bi îradeya Apoyî ya mezin bi lez û bez xwe baş kir û berê xwe da eniya şerê germ. Hevrêyê me derbasî herêma Zapê bû, û derbên giran li dagirkeran xistin." 

Nasnameyên şehîdan weke i jêr e:

- Bilind Milî (Yûsûf Milî) yê li Hesekê ji dayik bûye, kurê Emîne û Davût, 30'ê Hezîrana 2022‘yan li Avaşînê şehîd bû.

- Kendal Botan (Ciwan Enter Elî) yê li Reqa hatiye dinê, kurê Zara û Enter, 29'ê Hezîrana 2022‘yan li Avaşînê şehîd bû.

- Nûman Amed (Ramazan Temîz) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Medya û Nezîr, 15'ê Tebaxa 2022‘yan li Zapê şehîd bû.

- Ronî Botan (Nûrûllah Osal) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Nûriye û Mehmet Selîm, 15'ê Tebaxa 2022‘yan li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.