Bi şahiyê pişta Asayîşa Êzîdxanê girtin

Yekşem 22 Gulan 2022 - 22:18

  • Navenda Çand û Huner a Şengalê ji bo piştgiriya bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê re li nehiya Sinûnê şahiyek li dar xist. 

Navenda Çand û Huner a Şengalê ji bo piştgiriya bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê re li nehiya Sinûnê şahiyek li dar xist. Pêr berêvarê, Navenda Çand û Huner a Şengalê li navenda Asayîşê ev şahî li dar xist. Endamên Yekîtiyên Ciwanên Êzîdxanê jî amede bûn. Piştî êrişa 2’yê Gulanê ya artêşa hikûmeta Kazimî bi ser avahiyên Asayîşa Êzîdxanê ya li Dugirê û nehiya Sinûnê, zextên hikûmeta Kazimî li dijî hêzên Êzîdxanê û Şengalê dewam dikin. Yek ji endamên Navenda Çand û Huner a Şengalê Himêdî Silêman, derbarê şahiyê de got, “Hatina artêşê dilê gel û Asayîşa me nexweş kirîbû. Me jî xwest bi vê şahiyê hem piştgiriya bidin Asayîşa Êzîdxanê û hem jî dilê hêzên xwe û gelê xwe xweş bikin.” 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.