Bi ruhê Newrozê li ber xwe didin
Duşem 17 Adar 2025 - 03:20
Şervanên YPG û YPJ'ê diyar kirin ku ewê bi kelecana 8’ê Adarê Newrozê jî pêşwazî bikin û gotin:“Em ê bi ruhê Newrozê li Bedava Tişrîn û pira Qereqozax Ji bo axa xwe şer dikin.’’
Helbest Kobanê şervana YPJ’ê têkildarî Newrozê ya sala 2025’an destpêkê li Rêbertiyê û hevalên şehîd pîroz kir û da zanîn ku wê ev sal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û hemû gelan û got: “Newroza îsal wê bibe newroza berxwedaniyê û bi awayekî coş were pîrozkirin. Hevalên me yên ku niha di çeperên şer de li pira Qereqozax û Seda Tişrînê li berxwe didin pîroz dikin. Ew ê Newroza îsal bibe Newroza azadiya fizîkî ya Rêber Apo.” Şervana YPJ’ê Sîmav Dêrik Newroz li tevahî gelan û Rêber Apo pîroz kir û got:“Em wekî jin hêza ku me ji nameya Rêbertî girtiye kelecana wê û perspektîfên nû yên ku Rêbertî daye me jinan çawa 8’ê Adarê bi heybet pîroz kir em ê bi kelecana 8’ê Adarê Newrozê jî pêşwazî bikin. Çawa ku kawayê hesinkar beriya vê bi hezaran salan agirê serkeftinê bilind û geştir kir em jî weke YPJ-YPG-QSD’ê bi wê ruhê azadiya fizîkî ya Rêber Apo û hemû gelên bindest misoger bikin.’’
Roja berxwedan û têkoşînê ye
Şervanê YPG’ê Karker Reqa ya ku ji pêkhateya Ereb e Newroz li hemû şehîdên şoreşê û Rêber Apo pîroz kir û got:“Dîroka ku ji Kawayê Hesinkar destpêkir û bi ruhê Mezlûman bilindtir bû ji wê demê û heya roja me ya îro bi şîara berxwedan jiyane tê pîrozkirin. Ev gotina ku Şehîd Mezlûm dibêje berxwedan jiyane emê jî bi wê berxwedaniyê tekoşîna xwe bilintir bikin. Bi taybet piştî ku nameya Rêber Apo ji me re hat weke QSD’ê û YPJ’ê çawa van rojan pêşwazî bikin di heman demê de 8’ ê Adar û Newroz rojên berxwedan û tekoşînê ye. Rêber Apo bi felsefeya Netewa Demokratîk ya ku hemû gelan tîne gel hev û di dawiyê de em gelê Kurd, Ereb û hemû gelên din vê rojê pîroz dikin û wê ev roj bibe roja serkeftinê.’’ Şervanê YPG’ê Nîdal Egîd jî diyar kir ku ev Newroza hêviyê ya gelên bindest e hem jî ji bo hemû hevalên ku cihê xwe di berxwedaniyê de digrin wê ev sal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Hêza ku me ji Rêbertî girtiye wê bibe hêviya herî mezin a ku em li ser jiyan dikin.”
ANHA