Bi Roja Sor çû hewarê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 8 Mijdar 2023 - 03:07

  • Gava ku rejîma Îranê êrişî xwepêşandanên pêla Şoreşa jin jiyan azadî kir, li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Keywan Semadî û hevalên wî Roja Sor damezirandin da ku birîndaran derman bikin. Roja Sor îro li gelek bajaran bi gelek koman alîkariya tibî ya destpêkê dide birîndarên xwepêşandanan.

Par 16´ê Îlonê gava hêzên rejîma Îranê yên ku xelk wan weke polêsên hîcabê nas dike, li metroya Tehranê Jîna Amînî şehîd kirin, li seranserê Îranê, lê nexasim jî li Rojhilatê Kurdistanê pêla şoreşeke nû dest pê kir: Jin jiyan azadî. Di pêla vê şoreşê de hêzên rejîma Îranê bi sedan xwepêşandêr nexasim jî li Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê qetil kirin û bi hezaran jî birîndar kirin. Hingê ji bo dermankirina birîndaran hin tevnên tenduristiyê hatin avakirin, lewma rejîmê birîndar jî bi êşkenceyê dikirin nezaretê û paşê ew digirtin. Kayvan Samadi (Keywan Semadî) jî yek ji van tevnên tenduristiyê ava kiriye. Rojnameya Frankfurter Rundschau bi Keywan Semadî re li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, aktîvîzma wî ya di nava komîteyên tenduristiyê de û pêvajoya penaberiya wî ya li Elmanyayê peyivî. Li ser navê rojnameyê Sophie Tiedermann bi Keywan semadî re peyiviye. Ew dibêje, ji ber aktîvîzma xwe ya dema şoreşê û tevna dermankirina birîndaran, rejîmê Keywan Semadî kiriye nezaretê û 21 rojan bê navber êşkence lê kiriye.    

Ne Azerbeycan lê Kurdistan

Ji ber ku sedema binavkirinên ostanên Îranê nas nake û diyar e, naxwaze Kurdistanê bi nav bike, gava ew ji Keywan Semadî dipirse, ew li ostana “rojavayê Azerbeycanê” hatiye dinê, Keywan Semadî wiha lê vedigerîne: “Ez li Şino mezin bûm, bajarekî piçûk ê li Kurdistanê, nêzîkî sînorên dewletên Tirkiye û Iraqê ye. Lê qederê 40 hezar mirovî dimînin.”

Ew bi îhtîmam bi bîr dixe ku ji bo Kurdên Îranê çand û zimanê wan gelekî muhim e: “Hê nû bi piya ketim û dêûbavê min li ser esasên girîngiya azadî û demokrasiyê ez mezin kirim, weke gelek malbatên Kurd ên deverê. Lewma ew dixwazin tinekirina nasname, çand û zimanê xwe asteng bikin. Rejîma Îranê me weke dijmin dibîne.”

 

Kolber jî derman kiribûn

Li ser polîtîzebûna xwe Keywan Semadî dibêje, “Rejîmê kolber li ser sînorê Îran û Iraqê birîndar dikirin û dikuştin. Wan ew bi piştgiriya milîtanên Kurd tohmetbar dikir. Hingê min dest bi xwendina tibê kiribû û min birînên wan derman dikirin. Ji ber wê zilma li dijî min a yekser dest pê kir. Gelek caran îfadeya min girtin û gelek caran jî ez ji zanîngehê dûr xistim. Rejîmê dizanî gava armanca mirovan yek be, ev yek dikare wan bîne cem hev. Ji ber wê jî wan her çû bêhtir zext li min kir.”

 

Ji bo hewara tibî Roja Sor

Piştî şehîdkirina Jîna Amînî - 16´ê Îlona 2022´yan -  bi çend rojekî xwepêşandan li bajarê wî jî çêdibin. Xwepêşandanan jixwe ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê Seqiz û Sineyê dest pê kiribû û li seranserê Îranê belav bûbûn. Ew dibêje, “Tevî sê hevalêên din ên ku ji beşa tibê bûn, em hatin cem hev û me got, heger xwepêşandan li bajarên din belav dibe, wê helbet bê bajarê me Şino jî û hingê lazim e wezîfeya xwe bi cih bînin û alîkariya birîndaran bikin.”

Axir, li Şino jî xelk daket meydanan da ku rejîma molayan protesto bikin. Li ser vê yekê, Keywan Semadî tevneke alîkariya tibî bi hevalên xwe re ava kir û navê Roja Sor lê kir: “Em amade bûn ji bo tişta wê biqewime. Me şideta zêde ya hêzên ewlehiya rejîmê ya li bajarên din li dijî xwepêşandêran nas dikir. Xwepêşandanên li bajêr bi pirranî bi şev bûn. Me radihişt kelûpelên xwe yên alîkariya tibî ya destpêkê û em dadiketin kolan û meydanan. Xelkê li Şino ji xwe em bi karê me yê dermankirina kolberên birîndar jî nas dikir.” 

 

Rejîmê bi hovîtî eriş kir

Keywan Semadî dibêje, hêzên rejîmê bi hovîtî êriş kirin û gulle jî li xwepêşandêran reşandin û wiha dipeyive: “Trajediyek bû. [Di çalakiya 19´ê Îlona 2022´yan de] 4 kes hatin qetilkirin. Yek ji wan tenê 16 salî bû. Gelek, gelek kes birîndar kirin bi gulleyên plastîk yên ku esas birînên kûr vedikirin. Hin ji birînan bi rastî jî dikirin hinavên mirov bihelin. Bavek tê bîra min, me ji pişta wî 46 gulleyên plastîk derxistin. Hê jî hin gulle di canê wî de mane. Hin ji wan ew qas kûr ketibûn nava canê wî, me newêrî wan derxin. Hem me nedixwest rayên wî bibirrin û hem jî derfetên me yên alîkariya tibî kêm bûn. Nexweşxane jî di bin kontrola rejîmê de bûn. Hinan ji me li nava bajêr û hinan jî li gundan birîndar derman kirin. Me paşê tevna xwe berferehtir kir. Halê hazir, îro di tevnê de gelek komên li bajarên cihê hene.”

 

Şino çendekê azad bû

Keywan Semadî bi bîr dixe ku di dema xwepêşandanan de Şino çend rojan ji hêzên rejîmê hatiye rizgarkirin û wiha dewam kir: “Me karî şeveke sax, li bajarekî bin ku hêzên rejîmê bi temamî jê hatin derxistin. Ev peyamek bû ji bo tevahiya Îranê: Mirov dikare rejîmê hilweşîne! Bi ya min ev roj, nuqteyeke diyarker bû di Şoreşa Jîna de.” Lê mixabin zilm bi hêrs û şid tevî hêzên rejîmê 24´ê Îlonê vegeriya Şinoyê û gelek kes kirin nezaretê û girtin. Keywan Semadî jî yek ji wan bû: “Ez birim hepseke veşartî ya Îtlaeta rejîmê. Li wir ez 21 rojan tecrîdkirî mam. Hêzên ewlehiya rejîmê rêbazên cihê yên êşkenceyê bi kar dianîn da ku ez li xwe mikur bêm. Wan pirça laşê min şewitand, elektrîk dan firaxên min û serê min. Wan bi qamçî û parçeyên lûleyan jî li min xist.”

Çawa ku bi barimteyê tê berdan, ew xebata xwe ya ji bo Roja Sor dewam dike, lê ji ber zilma daimî ew penaber dibe. Tevî ku ew doza penaberiyê li Elmanyayê dike, Elmanyayê di nava Cotmehê de ew dersînorî Fransayê kir. Keywan Semadî dibêje, heger wî dersînorî Îranê bikin, herî zêde wê kêfa rejîma heyî ya Îranê bê. Ew bang li xelkê Elmanyayê dike da ku ji siyasetvanên xwe bipirse, ka çima ew mexdûrên êşkenceyê û wan dengên aktîvîst ên ku nûneriya civaka Kurd dikin, dersînor dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.