Bi qasî alîgirên xwe ne polîtîk e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Gulan 2022 - 21:09

  • Beriya lîstikê alîgirên Amedsporê trîbûnên li seheyê bi dev ve tije kirin. Alîgiran heta deqeya dawî jî piştgiriya tîma xwe kir. 

ARDÎN DÎREN

Amedspor di Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze û ji bo lîga yekê li ber xwe dida, doh na pêr êvarê di lîstika diduyan a play-offê de li seheya xwe bi Tarsûs Îdmanyûrdûsporê re lîst. Beriya lîstikê alîgirên Amedsporê trîbûnên li seheyê bi dev ve tije kirin. Alîgiran heta deqeya dawî jî piştgiriya tîma xwe kir. Her wiha polêsan nehişt bi hezaran alîgir jî têkevin seha Amedsporê. Amedsporê pêşî li deplasmanê bû mêvanê Tarsus Îdmanyûrdûsporê û li seheya wan ti kesî zora kesî nebiribû. Avantajeke baş di destê Amedsporê de hebû, lê ev avantaj pûç kir û li mala xwe, li hember Tarsûs Îdmanyûrdûsporê di penaltiyan de 7-6 têk çû. Ji ber ku qet gol çênebûn, maç dirêj bû û di dawiyê de Amedsporê xatir ji play-offê xwest. 

Ev çend salan in, halê Amedsporê ev e. Li ber xwe dide û heta astekê tê ku êdî ew ê bi ser keve, lê nikare serketinê bidest bixe û biçe lîga yekem. Bi vî awayî, hêviyên hezkiriyên Amedsporê dimînin saleke din û xemgîn dibin. Helbet li hemberî Amedsporê her sal êrişên nijadperestî jî hene û gelek ceza lê tên birîn. Bi zanebûn moral û motîvasyona tîma Amedsporê xera dikin. Ev rastî heye, lê vê carê ji bo Amedsporê vê maçê nestîne, di play-offê de bi ser nekeve, ti hincet tine bûn. Lê Amedspor ew tiştê ku alîgirên wê jê hêvî dikirin, pêk neanî û têk çû. Divê wan qedrê alîgirên xwe girtibana û li gorî wê xweşik bilîstana, lê ew pirr sist lîstin û cehda ku alîgirên wan li seheyê û li derveyî seheyê nîşan da, di nav seheyê de nîşan nedan. Ji ber piştevaniyeke zêde hebû, ligel êrişên polîsan jî xelkê dev ji Amedsporê berneda û kete seheyê da ku piştgiriyê bide Amedsporê.

Beriya çend rojan “Cejna Zimanê Kurdî” (15’ê Gulanê) hebû lê mixabin 35-40 hezar insan daneketin qadan û li zimanê xwe xwedî derneketin!

Her wiha ji bo êrişên dewletê yên ku dibe ser gerîla û gelê Kurd jî ewqasî deng derneket. Lê îro bi hezaran kes dikarin herin maça Amedsporê û trîbûnên wê bi dev ve tije bikin. Rexneyên bi vî awayî mirov dikare bi pêş bixe û li ser vê meselê bisekine, lê armanca vê nivîsê ne ev e.

Dizanim ku gelek kes bi reflekseke polîtîk tevdigerin û ji ber navê Amedsporê diçin van maçan. Ev tiştekî xerab nîne, bila lê xwedî derkevin û herin maçên wê. Lê ya xerab ew e ku Amedspor qedrê piştevanên xwe nagire. Amedspor bi qasî alîgirên xwe ne polîtîk e, nafikire û ji xwe ra nabêje “Li hember êrişên nijadperestan ez vî xelkî di şermê de nehêlim!”  Diviyabû wan ji alîgirên xwe hinekî şerm bikira û qedrê kesên ku di her şert û mercî de piştevaniya wan dikirin bigirtana. Lê mixabin di encamê de ev tişt pêk nehat. Amedsporê zêde li ber xwe neda û xweziyên wan dîsa di ber wan de hiştin.

Sist bû, bi qedrê alîgirên xwe nezanî 

Ev demeke dirêj e, ez jî Amedsporê dişopînîm. Weke herkesî beriya her tiştî, ez bawer dikim ez jî xatirê navê wê digirim û jê hez dikim. Her wiha ji futbolê jî hez dikim. Lê ez dikarim bibêjim, gelek kes ji ber navê “Amed”ê ji tîma Amedsporê hez dikin û dixwazin lê xwedî derkevin. Ji lewma jî Amedî û yên derûdorê, Amedsporê tenê nahêlin û hema bibêje diçin maçên wê hemûyan. Roja maça wê heye li nav bajêr kes namîne û bajar vala dibe. Nexasim jî gava ew li seheya xwe ango li Amedê dilîze, trîbûnên wan tije dibin û cih namîne. Xwedîderketineke bi vî rengî li ti dera dinyayê tine ye. Yanî di her maçên wan de 35-40 hezar însan kom dibin û ji bo Amedspor serketî be li çepikan didin û slgoganên weke “Bijî Amedspor” û “Şampiyon Amed” dibêjin. Dikarim bi rehetî bibêjim ku alîgirên bi vî rengî di Superlîga Tirkiyê de jî tine ne û gelek tîmên superlîgê hene, nikarin seheya xwe bi alîgiran tije bikin. Lê îro xelkê bajarê Amedê di her fersendê de li tîma xwe xwedî derdikeve û wê bi tenê nahêle.

Lê tîma Amedsporê çi dike? Hûn ji min bipirsin tîma Amedsporê alîgirên xwe heq nake û wan bi tenê dihêle. Diviyabû Amedspor li vê coş û heyecana kesên ku piştevaniya wê dikin, xwedî derketa û serketin bi dest bixista. Qet nebe ew cehd nîşan bidaya, lê mixabin ew cehd tinebû bi wan re û pirr sist bûn.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.