
AZAD AGİR/FRANKFURT
Li bajarê Fransayê Rounenê, FC Jiyan Kurdistan vê hefteyê li deplasmanê zora tîma Mesnil Franquyê 2-1 bir. Mesnil Franqu di lîgê de niha lîder e. Puwanên FC Jiyan Kurdistanê piştî vê serketina wê bûn 22 û di lîga xwe de bû sêyemîn.
Maça bê FC Jiyan Kurdistanê bi Bonsecours St Leger re ye.
Dalkurd FF di lîga Ettan Norra (lîga sêyem) a Swêdê de bi tîma IFK Haninge re maç kir û maç 2-2 bi dawî bû. Dalkurd FF, wê 1 û 4´ê Kanûnê 2 maçên play offê bike. Heger bi serkeve ew ê bikeve lîga 2´yem a Swêdê.
Di lîga Kreisliga A ya Frankfurtê de FC Serkeftin 92 3-1 zora FC Heisenrath Goldstein bir. FC Serkeftin 92 niha bi 23 puwanan di rêza 7´an a lîgê de ye.
Ew hefteya bê bi Concordia Eschersheim II’yê re dilîze.
Encamên maçên tîmên din ên Kurd ên li Elmanyayê jî wiha ne:
SC 1960 Hanau 1-5 TS Ober-Roden
Dersim Rüsselsheim 0-2 VFB Ginsheim
Wandsetal 1. 1-2 Dersimspor 1
FC Castrop- Rauxel 3-4 FC Roj
BU 2 1-5 FC Bingöl 12
Kandil Saarbrücken 4-1 SV Saar 05 Saarbrücken J U 23
Kurdischer FC Gl 0-2 SG Altenb/ Eud/Schwabenr
TV Meckelfeld 5-0 Ciwan Walsrode
MTV Alstedt 2 - 2 SV Newroz Hildesheim















