Holeke Sporê li Kobanê hat vekirin
Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:39
- Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê, doh holeke werzîşê bi navê şehîd Mesûd Îbrahîm li Kobanê vekir.
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê, doh holeke werzîşê bi navê şehîd Mesûd Îbrahîm li Kobanê vekir.
Di merasîma vekirina hola werzîşê de gelek kes ji kantona Kobanê û endamên saziyên sivîl ên kantonê hazir bûn.
Di merasîmê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û rola ciwanan di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de silav kir.
Xunav got, “Me beşeke biçûk a xewna werzîşvanan, û nexasim ya şehîdan pêk anî, em ê dilsozê wan bin.”
Paşê Koma Gulav a girêdayî Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê berhemên xwe nîşan dan. Merasîm bi maçeke di navbera tîmên Berxwedan û Nesrîn ên voleybolê de bi dawî bû.
Şehîd Mesûd Îbrahîm endamekî Tîma Berxwedan a futbolê bû. Di 25`ê Kanûna 2021`ê de tevî 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûbû.
ANHA/KOBANÊ