Dalkurd dikeve play-offê
Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:32
- Tîma Kurd a di lîga sisiyan a Swêdê de Dalkurdê 3-0 zora dijberê xwe bir û misoger kir ku di play-offê de cih bigire.
AZAD AGIR / FRANKFURT
Tîma Kurd a di lîga sisiyan a Swêdê de Dalkurdê 3-0 zora dijberê xwe bir û misoger kir ku di play-offê de cih bigire.
Dalkurd FF di lîga Ettan Norrayê (Lîga yekê ya Bakur-teqabulî lîga sêyem dike) de 3-0 zora tîma Hudikvalls FF’yê bir. Bi vî awayî Dalkurd FF´ê misoger kir ku di play-offê de bilîze. Di lîgê de Brommapojkarna bi 71 puwanan misoger şampiyon e.
Di lîgê de Dalkurd FF hefteya bê maça xwe ya dawî li dijî tîma Haninge dilîze.
Li bajarê Fransayê Rounenê tîma FC Jiyan Kurdistan bi Caudebec RC 2 re lîst. Tîma Caudebec RC 2, 3-2 zora FC Jiyan Kurdistan bir. FC Jiyan Kurdistan 18 puwanan di rêza 4´an a lîga xwe de ye. Hefteya bê FC Jiyan kurdistan wê bi tîma Mesnil FRANQU re maçê bike.
Di Kreisliga A ya li Frankfurtê de FC Serkeftin 92 3-0 zora FC Frankfurt City bir. Ew di lîga xwe de niha di rêza 7´an de ye.
Encamên maçên tîmên Kurd ên li Elmanyayê yên mayî wiha ye:
Rot-Weiss FFM 2 - 2 1960 Hanau
TS Ober-Roden 2 - 2 Dersim Rüsselsheim
FC Castrop -Rauxel 3 - 4 FC Roj
FC Bingöl 12 . 1 - 1 Voran Ohe 1.
Kandil Saarbrücken 4 - 1 SV Saar 05 Saarbrücken J U 23
FC Ambergau-Volkersheim 0 - 2 SV Newroz Hildesheim
FSG Grünb/Lehn/Stang 2 - 1 Kurdischer FC Gl