Ji bo piştgiriya Mexmûrê spor

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 9 Îlon 2022 - 21:39

  • THIRTYSIX FIGHTS ev organîzasyon weke kampanya alîkariyê ji bo Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) da destpêkirin.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, di 10’ê Îlonê de yanî îro wê ji bo piştgiriya bi wargeha penaberan a Mexmûrê re, di beşên Boks, Mûay Thaî û K1 de pêşbirkên sporê werin destpêkirin.

Organîzasyona bi navê THIRTYSIX FIGHTS ku çalakiyên piştevaniya bi sporên levdanê li dar dixe. THIRTYSIX FIGHTS ev organîzasyon weke kampanya alîkariyê ji bo Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) da destpêkirin.

Li SO36 a li taxa Kreûzberg a Berlînê di beşên Boks, Mûay Thaî û K1 de 14 sporvan ji saet 13:00´an û pê ve derdikevin ser rîngê. Piştî pêşbirkan wê li heman cihî pîrozbahiyek jî were lidarxistin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.