Ji bo Mexmûr û Rojava piştgiriya bi sporê

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 11 Îlon 2022 - 22:18

  • Li peytexta Elmanyayê Berlînê ji bo piştgiriya bi wargeha penaberan a Mexmûrê re çalakiyên piştevaniya sporê hatin lidarxistin. 

Li peytexta Elmanyayê Berlînê ji bo piştgiriya bi wargeha penaberan a Mexmûrê re çalakiyên piştevaniya sporê hatin lidarxistin. Her wiha ji bo salvegera 10’an ya Şoreşa Rojava jî 10 maç pêk hatin. Dê dahatên ji van maçan werin kom kirin ji wargeha Mexmûrê re werin şandin.

Organîzasyona bi navê THIRTYSIX FIGHTS e ku çalakiyên piştevaniya bi sporên levdanê li dar dixe. THIRTYSIX FIGHTS ev organîzasyon weke kampanya alîkariyê ji bo Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de 10’ê Îlonê yanî pêr li Berlînê di beşên weke Box, Muay Thai û K1’ê de pêşbirkên sporê hatin lidarxistin. Ji bajarên Elmanya gelek lîstikvan tevlî van çalakiyên sporê bûn.

Saziya Civaka Azad, Ji bo Kurdistanê hêvî, Saziya Edalet û Aştiyê û her wiha nûnerên saziya Rheinmetall ki li hember çekan helwêst nîşan dide tevlî çalakiyên sporê bûn. Li ser navê Civaka Azad Rênas Efrîn wiha axivî, “Berê me Kurdan digot tenê dostê me çiya ne. Lê niha dema li vê salonê dinihêrim dibînim ku ji xeynî çiyan jî dostên me çêbûne. Enternasyonalên Rojava jî vê yekê nîşan didin. Em dixwazin şer bi dawî bibin lê divê em di vê meselê de rast bin. Dewleta Tirk li hember Kurdan çekên kîmyewî bikartîne divê em vê yekê qebûl nekin û li hember vê nêzîkatiyê bin.”

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.