Rojava û Amedspor Barîkat bi ser ketin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 2 Gulan 2022 - 21:27

  • Turnûvaya Şehîd Şoreş Amed a Futbolê, li bajarê Swîsreyê Luzernê bi dawî bû.

Turnûvaya Şehîd Şoreş Amed a Futbolê, li bajarê Swîsreyê Luzernê bi dawî bû.

Di çarçoveya Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Hasan Kiziler a 13´an, turnuvaya futbolê bi rê ve çû. Turnuvaya li Luzernê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de bû.

Di turnuvayê de maç 20 deqîqeyî bûn. 

Tîmên ku karîn ji asta komê derkevin, di fînala çaryekê de lîstin. Di encamê de tîmên Dynamo Berxwedan, Rojava, û Zug Amara, Amedspor Barîkat derketin nîvfînalê.

Rojava 2-1 zora Dynamo Berxwedanê bir û di fînalê de bi Amedspor barîkatê re lîst. Amedspor Barîkatê jî di encama penaltiyan de 4-1 zora Zug Amara biribû.

Fînal 15´ê Gulanê wê bê lîstin. Komîteya Amadekar da zanîn ku heta bi fînalê 36 maç hatibe lîstin.

LUZERN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.