Bi peyvan şûva helbestê cot kir

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 30 Cotmeh 2021 - 02:03

  • Arjen Arî: Jibîrkirin dûrketina kes û civakê ya ji xwe ye. Jibîrnekirin jî pêvgirêdana rabuhurî û siberojê ye. Ji ber hindê, bi helbestekê be jî min xwestiye/dixwazim ‘bîrê’ hilgirim siberojê, da bibe destikê vekirina qapaxa bîra li ber xitimandinê. Min xwest ez her tim bi ‘bîr’ bim, bi bîr bînim û xitabî ‘bîrê’ bikim.

Arjen Arî gava jînenîgariya xwe dinivîse wiha dest pê dike, “Zarokatiya min zarokatiyeke tîştîşî ye.” Jixwe, li Kurdistanê tu berê xwe bidî kîjan zaroktiyê tu yê pêrgî tîştîşîbûnê bibî. Lê Arjen Arî, ji vê zarokatiya xwe ya “tîştîşî” helbesteke arizî ava dike. Peyv û hevokên wî ne yên lemên serdestan in; lê bêhna şemamokên bindestan tên ji peyvên wî, û helbestên wî “efendî”yan aciz dikin. Jixwe, wan “efendî”yan ji bêhna şemamokan qet hez nedikir û maldar jî ji helbest û hişyarkirinê! Ji lewma, dewletê û maldaran zû êrîşî wî û helbestên wî kir. Di sala 1976’an de ji ber belavkirina belavokekê tê girtin. Jixwe, helbesta wî ya pêşî jî wê demê di belavokan de tê belavkirin. Ev helbest ji çend malikan pêk tê û wiha ye, “Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê belavkirin, avêtin nav tirs û xwînê.” 
Her wiha hin helbestên wî yên kin jî wê demê di nav gel de tên gotin. Yek ji van helbestan jî helbesta bi navê “Tevrik” e ku bi mijar û peyama xwe pirr balkêş e;
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko

‘Dewlet tiştên nebûyî dixe stûyê min’

Arî, di salên 1980’yî de li Înstîtûya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî diqedîne û dest bi mamostetiyê dike. Li dibistaneke Nisêbînê dersa wêjeyê dide, lê ev karê wî zêde nakişîne û wî digirin. Arî, ji bobelata 12’ê Îlonê birîndar difilite, bi gotina wî “Di 13 rojan de malikê lê xera dikin” û êşkencê lê dikin. Arî di helbesta xwe ya “Çîroka 13 şev û 13 rojan” de behsa dîlbûna xwe dike. Arî, 52 rojan di hepsê de dimîne û piştre derdikeve. Arî dibêje, “Min xwestiye bibim helbestvan. Lê ez tu carî wek helbestvanekî nehatime girtin. Vê dewletê her tim xwestiye tiştên nebûyî têxe stûyê min.” 
Piştî 12’ê Îlonê wî dev ji mamostetiyê berda û careke din li dibistanan venegeriya. Lê wî bi çêjna helbestên xwe yên bejî dibistaneke Kurmancî ava kir ji bo helbesta Kurdî. Arî, ji çiya, newal, şêrgele û axa welatê xwe hez dikir û li gelek geliyên welatê xwe ramûsan veşartibûn. Ji kulîlkan, kîşwer û payîzên welatê xwe hez dikir. Ew li hezê digeriya, li herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê...li hezê digeriya di dilê welatekî parçekirî de. 

Sonda ‘ez ê ji vî welatî neçim’

Ew hin wextan dil dike ku here derveyî welat û li wir bijî, lê naçe û li welat dimîne. Vê mayîna xwe jî wiha tîne ziman: “Piştî ji hepsê derketim, ez hatim Diyarbekirê. Sondek min hebû, min gotibû ez ê ji vî welatî neçim. Tu yê bibêjî qey çend hezar donim erdê min hebû û destê min jê nedibû. (dikene). Gelek caran min xwest ez herim çiyê. Min dixwest ez herim, rasterast jiyana wan mirovan bi çavê serê xwe bibînim, bi wan re bijîm. Nebû qismet.” Arî, dilsoziya xwe ya ji bo welat bi helbestekê, wiha rave dike, “Ne pênc carên binçavkirinê/ ne jî di sikaka wî bajarî de/ birîndariya mirinê bû/ sedem ku vî welatî bihêlim/ û biçim.” Arî dibêje, jiyan kêlîkek e ji bo min, tişta ku îro bê kirin min xwestiye ez îro bikim. Ji bo wî sibê tine ye! 

‘Dixwazim bîrê hilgirim siberojê’

Li ser pirsa “Mirov di helbesta te de rastî jîbîrnekirinan tê. Di nezera te de jibîrkirin an jî jîbîrnekirin çi ye?” Arjen Arî dibêje, “Jibîrkirin dûrketina kes û civakê ya ji xwe ye. Jibîrnekirin jî pêvgirêdana rabuhurî û siberojê ye. Ji ber hindê, bi helbestekê be jî min xwestiye/dixwazim ‘bîrê’ hilgirim siberojê, da bibe destikê vekirina qapaxa bîra li ber xitimandinê. Yên berî min peywireke wisa dane helbestê yan na? Çiqas bi ser ketime ew jî ji xwendevanan re dimîne. Lê min xwest ez her tim bi ‘bîr’ bim, bi bîr bînim û xitabî ‘bîrê’ bikim. Lê ev ne tembî ne û ne jî pend in. Bi serboriyên bûyî û qewimî, min xwestiye bi hizr û dilîniya kes bilîzim û wî vegerînim ser ‘bîra’ wî.”

‘Mezinahî nefspiçûkî ye’

Arjen Arî, di jînenîgariya xwe de wekî din dibêje, derûdora wî tim jê re gotiye, “Tu dikarî roleke mezintir bilîzî ji bo civakê.” Gava ew vê yekê jê daxwaz dikin, Arjen Arî jî wiha li wan vedigerîne, “Bi xwedê kêfa min ji mezinahiyê re nayê. Li gorî min mezinahî ne ew e ku tu li ser kursiyekê, li jor bî; li gorî min mezinahî ew e ku tu di dilê xwe de nefspiçûk bî û kirinên te mezin bin.” Di dewama axaftina xwe de Arjen Arî dibêje, heger Kurd siberojê tiştekî mezin bidin pêşiya min, ez ê dîsa bibêjim, “Heyran li min biborin bi kêrî min nayê.”

Wî helbest sêwî nehişt!

Arjen Arî û helbestên xwe nefspiçûk bûn û di wêjeya Kurdî de tiştên mezin kirin. Bi saya helbestên wî gelek ciwan, nifşên li pey wî ji helbestê hezkirin û ji hêza zimanê xwe bawer kirin. Ev yeka hanê, bi tena serê xwe jî kirineke mezin e û gelek bi mane ye. Ji ber wê, Arjen Arî şûva helbestê ango beyariya dilê me ya bi salan hatibû dewisandin, bi helbestê û peyvên xwe yên arizî cot kir. Rast e, bê wext çû, lê helbest sêwî nehişt! Her çend projeyên wî nîvco ma bin jî wî dilê xwe li berriya helbestê rehet kir. Gelî, newal, çiya û şêrgeleyên welatê xwe nivîsandin û ji efendîyên welatên xwe re got; “Berî ku hûn bisekitin se se, hima rahijin teşkên xwe û biqeşitin!”
Arjen Arî yê di 1956’an de li Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê, 30’ Cotmeha sala 2012’an li Diyarbekir kiras diguhere û wefat dike.  

Pêşî di Tîrêjê de

Helbestên wî cara pêşî di kovara Tîrêjê de tên çapkirin, wekî din di kovarên li derveyî welêt yên wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de jî hatin weşandin. Sala 1992´an li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe bi çekan êrişî wî kirin û ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji mirinê filitî. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê ma.

Berhemên wî

1999 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, helbest.
2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, helbest.
2003 Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest.
2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest.
2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, antolojî.
2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest.
2009 Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, helbest.
2010 Bîhoka li pişt sînor, Avesta, çîrok.
2011 Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest.
2012 Kulîlkên Be”îvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
2012 Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.

 

Çavkanî
Kovara W-Hejmar 32-Sal 2010
Şêrgele-Arjen Arî-Weşanxaneya Avesta-2008

NAVENDA  NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.