Bi daktîloyekê ji gerîla re kovarek: Pêşmerge

Nûçeyên Dosye

Şemî 26 Mijdar 2022 - 03:14

  • Piştî pêngava 15'ê tebaxê kovara Pêşmerge ji bo gerîlayên PKK'ê hat derxistin. Di derxistin û çapkirina wê de jî gerîla bi roleke mezin radibûn. Nexasim jî kar û westana şehîd Hesen a ji bo kovarê, heyatî bûye.  

LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT

 

Piştî pêngava 15'ê Tebaxê, li çiyayên Kurdistanê, kovareke bi navê Pêşmerge di nava komên gerîla de dihat gerandin. Çîroka vê kovarê wiha ji rêzê nîne. Hem berhevkirina nivîsan, hem bi daktîloyê nivîsandina wan, hem çapa nimûneyên ji bo pirrkirinê… Ev pêvajo hemû jî ne asayî bûn. Di şert û mercên şerê Îran û Iraqê de di sêgoşeya sînorên sê dagirkerên Kurdistanê digihiştin hev, ev kar dihat kirin û Pêşmerge bi qederê 100 rûpelan her hejmar dihat amadekirin. Di derxistina hejmarên sala pêşî de rola şehîd Somurge Hesen (Hamit Avci) gelek bû. Kesekî din ku hingê di derxistina kovarê de bi roleke sereke rabû, Ahmet Aktaş e. Ahmet Aktaş di 10 hejmarên destpêkê yên kovarê de xwedî kedeke mezin e. Kovara ku mehê carekê hejmarek derdixist, bi keda şehîd Somurge Hesen, Ahmet Aktaş û Abdurrahman Çadirci ji weşanê re dihat amadekirin. Lê ev weşan ne weke weşaneke asayî bû.  

Li ser pirsa nivîsên kovarê çawa dihatin berhevkirin, Ahmet Aktaş dibêje, “Herêmên gerîlayan her yekî nivîs amade dikirin. Wekî din nivîsên partiyê hebûn. Karê berhevkirina nivîsan û lê her wiha belavkirina li herêmên gerîla ya kovarê jî bi giranî li ser pişta şehîd (Somurge) Hesen bûn. Ew mehê 15 rojan li mala me ya li nêzî Urmiyê bû, li gundê Zêwe. 15 rojan jî li herêmên gerîla digeriya. Ev jî ne hêsan bû. Hingê [behsa dawiya sala 1984'an û destpêka 1985'an dike] şerê Îranê û Iraqê hebû. Li aliyê din hêzên PDK'ê hebûn. Jixwe di dawiyê de bi destê PDK'ê hat şehîdkirin li gundê Êdilbê [li devera Adilbegê], nêzî sînorê di navbera dagirkeran Iraq û Tirkiyeyê de, di navbera Şemzînan û Geverê de. Şehîd Hesen diçû cem komên gerîla ên li Bakur li Şemzînan, Çelê, Gever heta bi Şirnexê û li Başûr li Xakurkê, Xinêre, Lolan, Basya, Deşta Heyatê, Adilbegê, heta bi Heftenînê.

Wî ji nav wan nivîs berhev dikirin û hejmarên Pêşmerge yên me çapkirî jî digihandin wan koman. Şehîd Hesen bi meşê diçû van cihan hemûyan. Carinan du mehan carekê diçû cihekî. Ji ber ku zehmet bû di nava 15 rojan de biçe van cihan hemûyan”

Daktîloya destpêkan

Gava ez bi Ahmet Aktaş re peyivîm, wî behsa daktîloyeke kedkar jî kir. Daktîloyeke welê, ku bi gotina wî divê mirov wê peyda bike û bixe muzexaneyeke neteweyî. Çima? Em behsa daktîloyeke portatîf dikin, a ku herî kêm 2 hejmarên bultena “Serxwebûn”ê(1) pê hatin nivîsandin. Ahmet Aktaş ji bo wê daktîloyê dibêje, “Li Bagokê, cihê ku hevalan jê re digot, Şikefta Duqat, ev hejmarên Serxwebûnê bi daktîloyeke portatîf hatin nivîsandin. Wele niha nayê bîra min me ew daktîlo ji ku peyda kiribû. Te dît, em hemû jî di kar û marên dewletê de bûn. Ferhat [Kurtay] mesele midûrê herêmê yê kar û barên elektrîkê bû. Lê nayê bîra min me daktîlo ji ku peyda kiribû. Li ser daxwaza hevalan ew daktîlo me biribû Rojhilata Navîn(2). 

Piştî ku em çûn Rojhilat [-Kurdistanê], ji bo materyalên perwerdeya komên gerîla, kîtab lazim bûn. Ji Libnanê komeke mezin hatibû qederê 300 kesî. Ew li herêmên gerîla bûn. Serok nikarî wan yekser perwerde bike. Ji bo nivîsandina wan weke kitêb, me ew daktîlo bi kar anî. Yanî me bi wê daktîloyê ew kitêb nivîsandin û gihandin komên gerîla da ku ji bo perwerdeyê bi kar bînin. Ez dibêjim, kitêbên ji 1980-1984'an hemû bi wê daktîloyê hatin nivîsandin. Duran Kalkan ew redakte dikirin, min jî ew dinivîsandin.(3)”

Heman daktîlo wê ji bo Pêşmerge jî bihata bikaranîn. Lê daktîlo xera bûbû. Ahmet Aktaş tîne bîra xwe ku ji bo amadekirina kovara Pêşmerge jî, şehîd Somurge Hesen, rojekê ew daktîloya xerabe bi xwe re aniye û gotiye, “Wele hevalan gotiye heval Ehmed ji vê amûrê baş fahm dike, jixwe ya wî ye, wî ji Mêrdînê anîbû ji me re û bibe bila ew çawa tamîr dike, bila bike”. Ahmet Aktaş ew daktîlo tamîr kiriye û Pêşmerge jî li Rojhilatê Kurdistanê bi wê daktîloyê hatiye çapkirin.

Ji kaxezên şemê ber bi çapê ve

Gava mirov behsa çapa kovarê dike, ev ne çapeke ji rêzê bûye. Beriya her tiştî nivîs li ser kaxezên şemî dihatin nivîsandin. Gava şaşiyek dibû jî, lazim bû bi ojeyê serê bihata girtin û heta ku zuwa bibe mirov xwe li bendê bigire û wê herfa şaş ji nû ve li ser wî cihê xelet binivîse. Piştre ew nivîs bi fotokopiyê dihatin zêdekirin. Piştre jî bi meqes û zemqê mîzampaj dihat kirin. Piştre ew jî bi fotokopiyê dihatin zêde kirin. Deh ta 20 nusxeyan dihatin amadekirin. Ji ber ku poste li van welatan weke adetê nedişixulî jî du nusxe dişandin Ewrûpayê. Li Ewrûpayê, ji van du nusxeyan, çapeke din dihat kirin, û nusxe vê çapê jî ji Rojhilata Navîn re dihatin şandin.

Nusxeyên ku ku wan bi fotokopî û zimbeyê (perçînê) li Urmiyê hazir dikirin jî, şehîd Somurge Hesen li komên gerîla digerandin.  

Ahmet Aktaş

Şairê kovarê şehîd Hesen bû

Rola şehîd Somurge Hesen di berhevkirina nivîsan, çap û belavkirina kovarê li komên gerîla de kir ku ez pirsa wî ji Ahmet Aktaş bikim. Şehîd Hesen ji her hejmarê re heta ku şehîd dibe helbesteke bi Kurdî dinivîse. Gelo ev helbest û nusxeyên çapê hîna dimînin? Ahmet Aktaş dibêje, “Li cem min nusxeyeke ji sala 1989'an heye. Yên sala pêşî nînin. Jixwe min di çapa 10 hejmarên destpêkê de cihê xwe girt. Hingê weşan bi pirranî bi Kurdî bû. Heval Hesen di her hejmarê de helbestek diweşand. Lê mixabin, li ber destê min ew hejmar nînin. Dibe ku li arşîvên li Rojhilat de hebin.”

Ew di navê de behsa anektodeke şehîd Sefkan û şehîd Hesen jî dike: “Berî ku şehîd bibe bi salekê bû ez dibêjim qey, yan jî sala 1983'yan bû. Beriya weşana Pêşmerge bû. Li gundê Zêwe, em li mala xwe ya kominê bûn. Şehîd Hozan Sefkan, şehîd Hesen li wir bûn. Şehîd Sefkan di gelek warên huner de jêhatî bû. Destên wî sivik bûn, ji tembûrê re jî ji wêneyan re jî. Hingê rabû portreyekî şehîd Hesen xêz kir. Wêneyekî gelekî baş bû. Hevalê Hesen, wêne gelekî eciband û got, 'Heger ez şehîd bibim, divê hûn vî wêneyî, ji min re bikin afîşa şehadeta min!' Ez ne şaş bim, hevalan wisa jî kir piştî şehadeta wî.”(4) 

Ew wêne, helbestên şehîd Hesen jî ji berhemên wisa ne ku divê di arşîvên neteweyî yên Kurdan de bên parastin. Ahmet Aktaş tîne bîra xwe ku helbest li ser welat û mijarên giştî bûne. Lê ew helbest bêguman ji berhemên muhim ên edeba Kurdî ne. Bila niha karekî li ber min be ku xwe bigihînim wan helbestan. Wekî din ez dizanim ku fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) komeke ku têde şehîd Hesen û şehîd Mehmet Şah Gunduz hebûn, şandibû Başûrê Kurdistanê, da ku çavdêriyên xwe yên rê binivîsin. Ev çavdêrî jî bûn bingehê bicihbûna gerîla li Başûrê Kurdistanê. Ev mijar jî ji wan mijaran e ku divê li ser bê nivîsandin. 

 

Hamit Avci

Serpêhatiya navê Somurge 

Hamit Avci, ji Kercosê ye. Ew hîna di nîvê salên 70'yî de di nava koma Apociyan a Amedê de bû. Piştî ku bû mamoste jî, ew li Kercosê jî endamekî çalak ê koma Apociyan bû. Ahmet Aktaş di nivîseke xwe ya ku wê hîna biweşîne de, behsa serpêhatiya navê “Somurge Hesen” dike. Somurge bi Tirkî ye û maneya wê  “mêhtingeh” e. Li gorî serpêhatiya ku Ahmet Aktaş jî bihîstiye, şehîd Somurge salên 1976-1977'an de bi rêxistinên çepên Tirk re gelek minaqeşe kirine li ser wê yekê ku Kurdistan mêtingeheke dewleta Tirk e. Lê wî çi qasî hewl dabe jî, yên hemberî wî nehatine “rayê”.

Li ser vê yekê, şehîd Somurge Hesen pirr aciz dibe, hêrsa wî radibe. Radibe ser xwe ji nişka ve û dibêje, li bejna min a lawaz û jar binihêrin: “Lo lawo hema li min binêrin û bala xwe baş bidin bejna min a zirav û tenik, hûn ê fahm bikin ku Kurdistan Mêtingeh e yan na?”. 

Li gorî rîwayetê, piştî vê minaqeşeya bi çepên Tirk re, navê şehîd Somurge Hesen, lê hatiye kirin.

 

 

1- Beriya weşandina rojnameya Serxwebûnê weke weşana fermî ya PKK'ê, li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya Mazlûm Dogan weke bulten çend hejmarên Serxwebûnê derketibûn. Jixwe ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Ferhat Kurtay û Mehmet Hayri Durmuş jî dest bi xebatên avakirina çapxaneyekê ji bo vî karî kiribûn. Di amadekariyên avakirina vê çapxaneyê de Mehmet Hayri Durmuş sala 1979'an li Qoserê hat girtin.

2- Rojhilata Navîn qest li vir Bîlad el-Şam e, yanî Libnan, Sûrî û Filistîn. 

3- Di nava van kitêban de Kurdistan Ulusal Kurtuluş Problemî ve Çözüm Yolu, Kurdistanda Zorun Rolu, Faşizme Karşı Birleşik Direniş Cephesî, 1. Konferans Belgelerî, 2. Kongre Belgeleri (Politik Rapor) û gelekên din hebûne.

4- PDK'ê Somurge Hesen, 17'ê Tebaxa 1985'an li gundê Êdilbê şehîd kir û cenaze jî teslîmê qereqoleke li ser sînor a dewleta Tirk kir. Hozan Sefkan jî 16'ê Nîsana 1985'an tevî 7 hevalên xwe di kemîneke Partiya Komunîst a Iraqê de şehîd bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.