Bi dadgeh e lê bê qanûn e

În 8 Nîsan 2022 - 22:39

  • Heyder Elîzade yê ji gundê Qezenavê û Şêrzad Mamendî yê ji gundê Nerzîwê yê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya Şino ve hatin cezakirin.

Heyder Elîzade yê ji gundê Qezenavê û Şêrzad Mamendî yê ji gundê Nerzîwê yê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya Şino ve hatin cezakirin. Dadgehê  4 sal cezayê girtîgehê li Heyder Elîzade û 2 sal cezayê girtîgehê jî li Şêrzad Mamendî birrî.

Dadgehê her du welatiyên Kurd bi “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî”, tawanbar kiribûn.

Hêzên rejîma Îranê her du welatî yekşemê kiribûn nezaretê. Hêzên rejîmê bêyî ku destûrîn qanûnî hebin, êriş biribû ser mala her du welatiyan.  

URMIYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.