Bi berxwedanê peykerê qehremanî datîne

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:30

  • Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê pêr êvarê rê neda ku peykerê fermandarê Giştî yê YBŞ’ê şehîd Zerdeşt Şengalî derbasî Şengalê bibe.

Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê pêr êvarê rê neda ku peykerê fermandarê Giştî yê YBŞ’ê şehîd Zerdeşt Şengalî derbasî Şengalê bibe. Xelkê Şengalê nerazîbûn nîşan da û di encamê de destûra derbaskirinê peykerî hate dayîn.

Rêveberiya Şengalê di salvegera şahadeta fermandarê Giştî yê YBŞ’ê şehîd Zerdeşt Şengalî de xwe amade dikir ku 15’ê Çileyê 2022´yan peykerê wî deynin navenda Şengalê. 

Lê belê, doh êvarê hêzên ewlekariya Iraqê destûr nedan ku peykerê şehîd Zerdeşt ê li derveyî Şengalê hatibû çêkirin, derbasî Şengalê were kirin.

Piştî ku welatiyên Êzîdî agahiya astengkirina peykerê şehîd Şengalî bihîst, çû nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê û astengkirina wan protesto kir.

Di encama israra gel û hevdîtinên Rêveberiya Xweser a Şengalê de destûr hate dayîn peykerê şehîd Zerdeşt Şengalî derbasê Şengalê were kirin.

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî 15’ê Çileyê 2020’an li gel şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şengalî di encama êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Komalgeha Dugurê ya Şengalê de şehîd bûbûn.

Di salvegera şehadeta Zerdeşt Şengalî de ev peyker wê bi merasîmeke girseyî were danîn. 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.