Bi berdêlan faşîzm têk diçe

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 00:05

  • Mustafa Karasû: Meşa Gemlîkê parçeyeke têkoşîna demokrasiyê ye. Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê jî bibin parçeyekî vê têkoşînê. Nexwe, mirov bi têkoşîna wan a demokrasiyê bawer nake.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, tevlî bernameya Taybet a Medya Haberê bû û derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya meşa Gemlîkê de, nirxandinên kirin. Karasû destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn, bi temamî li ser esasê polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û got, ’’Tê xwestin ku dengê gel were qutkirin, hewl tê dayîn ku Rêber Apo were bêdengkirin. Li ser vî bingehî jî bi hincetên derew, tecrîd tê pêkanîn. Ji vî alî ve tecrîd bi temamî nîşaneya polîtîkaya li Tirkiyeyê ye. Divê mirov tecrîdê li wir tenê weke tecrîdekê fêm neke. Bi meyzandina li wir, em dikarin polîtîkaya li Tirkiyeyê ya hem li dijî gelê Kurd û hem jî li dijî hêzên demokrasiyê fêm bikin. Ji vî alî ve malbat û parêzer serlêdanê dikin, lê hevdîtin nayê kirin. Ti hinceteke astengkirina hevdîtinê nîne. Hinceta wê, polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e. Ji ber polîtîkaya qirkirinê, Rêbertî wê were tecrîdkirin, bêdengkirin û bi vî rengî wê polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd were meşandin. Girêdana AKP’ê ya bi polîtîkaya qirkirinê, polîtîkaya Kurd re eşkere ye. Ev ne hevdîtina girtiyekî ji rêzê ya bi malbat û parêzeran re ye. Ev polîtîkayeke li ser Kurdan e. Polîtîkaya ku li dijî hêzên demokrasiyê tê meşandin e.

Rêber APO li cîhanê deng veda

Karasû derbarê têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de jî got, “Li dijî vê têkoşînek heye. Bi berxwedana ´Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin´ dest pê kir. Ji wê rojê ve, hem li dijî komployê û hem jî li dijî tecrîdê têkoşînek tê kirin. Ev têkoşîn veguherî têkoşîneke hem bi destê gelê Kurd hem jî bi destê hêzên demokrasiyê yên cîhanê. Gelên cîhanê xwedî li Rêbertiyê derdikevin, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr û sosyalîst xwedî lê derdikevin. Ji vî alî ve em dikarin vê bibêjin. Berxwedana Rêber Apo û berxwedana li Tirkiyeyê ya li dijî qirkirin û komployê ya 25 salan, îro têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û têkoşîna li dijî tecrîdê anî asteke nû. Ji vî alî ve nuqteya ku em gihiştinê, gelekî girîng e. Têkoşîna li dijî komployê û têkoşîna ku di 10’ê Cotmehê de li cîhanê gel û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dimeşînin, di rastiyê de eşkere nîşanî me dide ku wê têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna ji Rêber Apo re azadî di siberojê de were çi astê. Dibe ku roja îro baş nayê fêmkirin, lê her ku diçe, her sal têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, wê ji aliyê her kesî ve were dîtin ku ji bo afirandina jiyana demokratîk gaveke girîng e. Li ser vî bingehî ez yên ku kampanya dane destpêkirin, silav dikim; ji wan hemûyan re, ji her kesê ku ji bo vê kampanyayê xwe westandiye, hewl dide, serketinê dixwazim.

Divê bibin parçeyekî têkoşînê

Karasû di nirxandinên xwe de behsa meşa Gemlîkê ya di 18’ê Mijdarê de jî kir û wiha peyivî: “Meşa Gemlîkê girîng e. Gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Lê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî gelekî girîng e. Bêyî ku cihê Rêbertiyê were fêmkirin, têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê nikare were kirin. Eger mirov xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û rêberê wê dernekeve, wê li Tirkiyeyê çawa bikare ji bo demokrasiyê têbikoşe? Bêguman, dewleta Tirk wê hewl bide asteng bike. Bêyî ku berdêl were dayîn, ev faşîzm hilnaweşe. Mirov teslîmî faşîzmê bibe, maneya wê tinebûna Kurdan e. Em bawer dikin ku ciwan wê xwedî li Rêbertiyê derkevin û bi rengekî xurt beşdarî vê meşê bibin. Helbet divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî bibin parçeyekî vê. Heger ev qasî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê re elaqeder nebin, wê demê bawerî bi têkoşîna xwe ya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê nayê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.