Bi armanca şerê taybet e

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 03:10

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re, silavdayîna Devlet Bahçelî ya parlementerên DEM Partiyê nirxand û diyar kir ku, silava Devlet Bahçelî ji bo şerê taybet e. Hewldana berevajîkirina vê yekê tê wê wateya fêhmnekirina ji polîtîkaya qirkirinê û rastiya dewletê ya Tirk e wiha dewam kir:’’Serokê MHP’ê yê dijminê Kurd û ji xeynî qirkirina Kurd û Kurdistanê kirina qada belavkirina netewebûna Tirk tu polîtîka û armanca wî nîne, çima destê xwe dirêjî parlementerên DEM Partiyê kir? Tê zanîn ku Devlet Bahçelî DEM Partî jî di nav de ji bo siyaseta demokratîk a Kurd çi gotiye. Devlet Bahçelî li gorî xwe hincetên dest dana hev ragihand. Eşkere ye ku ev hincet ne rast e.

Lîstikeke nû ye

Beriya vekirina meclîsê Tayyîp Erdogan serdana mala Bahçelî kir. Destê xwe dirêj kirin û polîtîkaya nû ya li dijî DEM’ê, ya rast biryara lîstika nû di vê hevdîtinê de hat girtin. Bi îhtîmaleke mezin Erdogan vê lîstikê plan kir û li Devlet Bahçelî da qebûlkirin. Erdogan ji ber ku Bahçelî û MHP’ê baş nas dike, pêşniyareke ku wê Bahçelî qebûl bike kir. Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ber karekter, polîtîka, sepandinên desthilatdariya AKP-MHP’ê û polîtîkayên wan ên qirkirinê ku hê jî li ser israr dikin, ev yek weke lîstikeke nû nirxand. Piştî vê yekser di hin aliyan de şîroveyên ku Tifaqa Cumhur bi DEM Partiyê re pêvajoyeke nû ya çareseriyê dide destpêkirin hatin kirin. Di navbera salên 2007-2015’an de di wateya rast de pêvajoyeke nû ya çareseriyê tune bû. Polîtîka û hewldanên Rêber Apo hebûn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bike nava pêvajoya çareseriyê. Di vî alî de me ev serdem bi esasî weke pêvajoya xistina desthilatdariya AKP’ê û dewletê nava pêvajoya çareseriyê nirxand. Hemû axaftin, peyam, belgeyên çareseriyê yên Rêber Apo pêşkêş kir û herî dawî Peymana Dolmabahçeyê ku 28’ê Sibata 2015’an li Dolmabahçeyê bi endamên hikûmetê re li hemû weşanên zindî yên televzîyonê hate pêşkêşkirin, ji bo vê armancê bû. Ev peyman beriya ku were weşandin pêşkêşî me hate kirin. Weke rêveberî me pêşniyar kir ku du xalên din ên şênber jî ser bên zêde kirin. Dema ku ev pêşniyar birin, Rêber Apo got tiştên di peymanê de bes in. Li gel ku hin kes nizanin jî gotinên wan ên ku dibêjin Rêber Apo vê peymanê rexne kiriye û kêm dîtiye, ne rast in. Rêber Apo bi vê peymanê re xwest desthilatdariya AKP’ê û dewletê bike nava pêvajoya çareseriyê. Lê ji ber ku Erdogan û rayedarên dewletê yên ku pê re têkiliyê de bûn ne li ser têgihiştineke çareseriyê bûn, vê peymanê qebûl nekirin. Jixwe di Cotmeha 2014’an de li Komîteya Ewlehiyê ya  Neteweyî de biryara plana çokdanînê hat girtin. Bi temamî ne rast e ku hin dibêjin PKK’ê dawî li pêvajoyê aniye.

Siyaseta wan li ser xapandinê ye

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo DEM Partiyê û qada siyasî ya demokratîk kemîn daniye. Wê bang li DEM’ê bikin; tiştên ku DEM wê qebûl neke ferz bikin. Dema ku DEM Partî û hêzên demokratîk gotinên wan nekin jî wê bi gotina me destê xwe dirêjî DEM’ê kir, qad vekir, derfet da, derfeta siyasetê da, lê bersiv nedan êrîşên xwe hê zêdetir bikin. Lîstika ku danîne wiha xuya dike. Helbet divê hêzên demokrasiyê yên Kurd bibêjin, em ji bo çareseriyê amade ne, lê di serî de rakirina tecrîda Îmraliyê paqijiya wan rêyan bikin, em ji xwe partiyên Tirkiyeyê ne, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Bêguman heta gavên diyarkirine neyên avêtin, divê helwest û têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê bidomînin. Bi vî rengî divê lîstoka AKP-MHP’ê eşkere bikin. Li vê derê diyarkirina xisûseke wê derxe holê ku MHP partiyeke çawa ye. Devlet Bahçelî beriya rojek her curê heqeretê li CHP û Ozgur Ozel kir, di vekirina meclîsê de ji Ozgur Ozelê re gotiye ev tiştên me gotiye li gorî pêwîstiya siyasetê ye, dilê xwe negirin. Va ye rastiya siyaseta Tirkiyeyê ev e. Taybetmendiya herî bingehîn a şerê taybet jî ev e. Yanî xapandina gel e. Di vê aliyê de silava Devlet Bahçelî jî li gorî pêwîstiya şerê taybet e. Bi vî aliyê xwe ve hewldana tiştek derxistina ji gotin û destdirêjkirina Devlet Bahçelî, ne fêmkirina rastiya dewleta Tirk û ne fêmkirina polîtîkaya qirkirina Kurd e ku polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk e û hê jî didomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.