Bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye

Çarşem 8 Çile 2025 - 03:10

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku piştî hevdîtina Rêber Apo ya bi heyeta DEM Partiyê re tecrîdê dewam kiriye û got: Ji bo tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin divê têkoşîn hîn bi xurtî bê meşandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji televîzyona Medya Haber re di hevpeyvîneke taybet de rojev nirxand û nerazîbûn nîşanî nirxandinên li ser rabûna tecrîdê da ku piştî hevdîtina bi Rêber Apo re kete rojeva raya giştî û destnîşan kir ku tecrîd hîn jî dewam dike. Karasû diyar kir ku hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re hîn jî têne astengkirin. Karasû bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên têkildarî pirsgirêka Kurd û anî ziman ku dema ew rastiya dewleta Tirk û tecrûbeyên dîrokî tînin bîra xwe, hingî pêwîstiyê pê dibînin ku bi baldarî nêzî pêvajoyên bi vî rengî bibin. Karasû destnîşan kir ku pêvajoyên beriya niha yên weke pêvajoya çareseriyê dihatin pênasekirin ji ber bêsamîmiyet û nebûna zîhniyeta demokratîk a dewletê bi dawî bûn. Karasû destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka Kurd divê têkoşîn dewam bike û anî ziman, ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe avêtina gavên teşwîqkirinê girîng e.

26 sal in zilmê li Rêbertiyê dikin

Bi gotina 'Heyet çû gel Rêbertî hevdîtin pê re kir', divê mirov van rastiyan jî ji bîr neke. Gotinek heye ku dibêje, bi kulîlkekê bihar nabe. Nêzîkatiya ku bibêje 'Bi hevdîtinekê re tecrîd bi dawî bûye, her tişt di rê de ye, baş dimeşe' wê nêzîkatiyeke kêm be. Polîtîkayên vê dewletê diyar in. 26 sal in zilm li Rêbertî tê kirin. Bêguman hevdîtina bi Rêberê me re baş bû. Baş bû ku agahî hat, tenduristiya wî baş e. Her wiha ragihandina fikrê Rêbertî girîng e. Nêta dewleta Tirk çi dibe bila bibe, nêzîkatiya xwe çi dibe bila bibe, em qîmetê didin hevdîtineke bi vî rengî, wateyê didin hevdîtinê. Pir pir girîng e ku Rêberê me hevdîtin bi heyetê re kir û nêrîna xwe anî ziman.

Pêwendî bi pirsgirêka Kurd re heye

Çima hevdîtinê bi Rêberê me didin kirin? Qala pêvajoyekê dikin, lê belê navê xwe nîne. Her kes bi navê wê zane. Gel jî zane, hêzên siyasî jî zane, cîhan jî zane. Bi Rêbertî re hevdîtin çima tê kirin? Ev yek pêwendiya xwe bi çi heye? Rêbertî girtiyekî ji rêzê nîne. Nûnerê gelekî ye, rêberê gelekî ye, ji ber ku gelek zane kiriye, bi rêxistin kiriye, têdikoşe, ew xistin zindanê, tecrîdeke giran lê ferz dikin. Ji ber ku gelekî li ber qirkirinê rakir ser piyan, ev pêkanîn li dijî Rêbertî tê kirin. Lewma bêguman hevdîtineke bi vî rengî pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye, lê belê çiqasî pêwendiya xwe pê heye, ew girîng e ku bê zanîn. Bi demê re em ê êdî vê hîn bibin. Bi demê re em ê zanibin ku ev hevdîtin encama nêrîneke çawa ya li pirsgirêka Kurd bû, çima ev hevdîtin bi vî rengî hate kirin. Bi demê re ev yek wê diyar bibe. 

Xala herî girîng guhertina demokratîk e

Ji hevdîtina bi Rêbertî re xusûsên bingehîn ên ji 7 xalan hate destnîşankirin. Di wê derê de mijare herî girîng ev e. Guhertina demokratîk. Bi dîtina min gotina diyarker guhertina demokratîk e. Armanc pêkanîna guhetina demokratîk a li Tirkiyeyê ye. Di sala 2015'an de jî nêzîkatiya Rêber Apo bi vî rengî bû. Niha hinek dibêjin, 'Ew pêvajo ji aliyê PKK'ê ve hate qedandin', yan jî gelek tişt xwestin, ji ber vê qediya. Tiştekî bi wî rengî nîne. Pêvajoya ku desthilatdariya AKP'ê bixe nava pêvajoya çareseriyê. Bi mutabaqata Dolmabahçeyê re diket nava wê pêvajoyê, lê jê derket. Rastî ev e. Piştre jî çi bû? Hilbijartinên 7'ê Hezîranê bû. Beriya wê komkujiya DAÎŞ'ê bû. Di 24'ê Tîrmehê de jî bi dehan balafiran bombe li ser serê me barandin. Ji xwe Davûtoglû gotibû 'Me beriya salekê xwe amade kiribûn'. Rêber Apo vê pêvajoyê bi rengê ku guhertina demokratîk pêk bîne dinirxîne. Pêkanîna guhertina demokratîk. Guhertina demokratîk tê wateya demokratîkbûna welêt. Ji bo guhertina demokratîk pêk were ji bo demokrasiyê pêwîstî bi çi heye? Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, gav bêne avêtin. Ê bêguman em ê jî niha bipirsin; AKP, MHP ên ku ji bo Kurd sûdê jê wernegirin dijberî li demokrasiyê dikirin, niha bûne xwediyê mejiyê guhertineke demokratîk ku Kurd jê sûdê werbigirin? Bêguman em ê li vê bifikirin û bipirsin. Lewma em ê li pratîkê binihêrin. Ya ku çareseriya pirsgirêka Kurd dixitimîne zêdebûna daxwazên tevgera azadiyê nîne. Zîhniyet demokratîk nîne, zîhniyet ne alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd e. 

Bi demokratîkbûnê lê binêrin

Tiştên ku bazarî li ser neyên kirin hene. Ji bo demokrasiyê mafên Kurdan jî hene. Zimanê dayikê bila hebe yan na, Kurd bila xwedî mafê xwerêveberiyê be yan na, hebûna Kurdan bê naskirin yan na? Ma bazarî li ser van dibe? Ev mafên xwezayî yên Kurdan e. Divê mirov bi çavê demokratîkbûnê li vê binihêrin. Nêzîkatiya Rêbertî bi vî rengî ye. Em piştgiriyê didin hewldanên Rêberê xwe. Ji ber ku Rêberê me her tim ji bo başiya gelan, ji bo berjewendiyên gelan hewl da. Lê belê eger nêta xwe çareserî be. Eger Kurd wê nêzîkatiyekê nîşan bidin, wê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re eleqedar be. Dibe ku armanca AKP-MHP’ê cuda be. Di nava Kurdan de guman hene. Em jî dibêjin divê em pêngavan bibînin. 

Lazim e tecrîd bê şikandin

Divê bê zanîn ku tecrîd hê jî dewam dike, nehatiye şikandin. Tê gotin divê şertên Rêbertî werin başkirin, şertên wekhev hebin, heke niyet baş be, bi rastî jî dixwazin tiştekî baş bikin, wê demê çima şert û mercên jiyanê yên Rêbertî nayên guhertin? Divê ev biguhere. Rêber Apo di pêvajoya ewil de ji bo niyeta wan biceribîne gotibû, ''Bila sekreteryaya min were, ez bi hin kesan re hevdîtinan bikim, bila hevalên din werin. Bi aliyên cuda re hevdîtin pêk bînim.” Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî hildigire ser milê xwe. Ji bo azadiya gelê Kurd xwedî berpirsyarî ye. Di vî alî de bêguman divê ev tecrîd were şikandin. Divê em ji bo vê têbikoşin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.