- Xwendekarên Beşa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava di dawiya salê de projeyên xwe nîşan dan.
Xwendekarên Beşa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava di dawiya salê de projeyên xwe nîşan dan. Di nava projeyan de tankeke ji dûr ve tê kontrolkirin a ji bo vemirandina agir a bi sensorên ji sorê wêde û pompeyeke avê, pîrebokên robotî, droneyek, milekî protez ê ku bi lepikên bi sensor tê kontrolkirin û gelek tiştên din jî hebûn.
Ev proje hemû bi parçeyên ku 3D hatine çapkirin hatine çêkirin. Beşa Mekatronîkê beşeke înterdsîplîner e ku mekanîk, elektronîk û sîstemên kompûterê digihîne hev.
QAMIŞLIO