Bexdayê çav berdaye dahata “Kar” û “Danayê”
Yekşem 15 Gulan 2022 - 22:18
- “Bîrên neftê yên Xurmele û Kormor, ruhê siyaseta enerjiyê ya neft û gaza Herêma Kurdistanê ne. Bexda dixwaze dest dane ser sedî 42’yê nefta Herêma Kurdistanê.”
Serokê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamena Herêma Kurdistanê, Elî Heme Salih derbarê giliyê Kompanyaya Bakur a dijî Herêma Kurdistanê de got; “Bîrên neftê yên Xurmele û Kormor, ruhê siyaseta enerjiyê ya neft û gaza Herêma Kurdistanê ne. Bexda dixwaze dest dane ser sedî 42’yê nefta Herêma Kurdistanê.”
Doh Kompanyaya Neftê ya Bakur a Iraqê îdîa kiribû ku hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest danîne ser bîrên neftê yên Xurmele, Avana, Sefiye û Kormor ên li Bay Hesenê ku di bin desthilata Kompanyaya Neftê ya Bakur de ne. Li ser vê yekê Kompanyaya Neftê ya Bakur bi fermî li Dadgeha Federal ya Iraqê giliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamena Hewlêrê, Elî Heme Salih derbarê mijarê de peyamek belav kir.
Elî Heme Salih got, bîrên neftê yên li Xurmele û Kormorê, ruhê proseya neft û gaza Herêmê ne û ji sedî 42’yê nefta Herêma Kurdistanê hildiberînin û xwedî kalîteya herî baş in. Heme Salih dibêje, bîra neftê ya Xurmele ya herî mezin a Herêmê ye û ti kompanyayeke biyanî li wir nîne. Ev bîr ji aliyê kompanyaya Kar ve tên birêvebirin û xeca neftê kêm e.
Elî Heme Salih got, “Bexda dixwaze dest dane ser ji sedî 42’yê nefta Kurdistanê û gaza Herêmê (Xurmele û Kormor), ev jî dawîanîna li enerjiya Kurdistanê ye.”
Bîra Kormor, ji aliyê Danaxaz û hevbeşên wê ve tê birêvebirin. 12 hezar bermêl nefta xam, hezar û 100 ton gaz (LPG) û 440 milyon metre kup gaza berhemhênana ceyranê ji van deveran rojane tê derxistin.
Berdevkê Hikûmeta Hewlêrê, Cotyar Adil nûçe û gotegotên ku dibêjin ‘Hikûmeta Herêmê piştevaniya hêzên çekdarî dike û dest daniye ser hinek bîrên neftê’ red dike.
HEWLÊR