Bes vê zilmê li Mexmûrê bikin

Sêşem 23 Gulan 2023 - 14:53

  • Bi pêşengiya Tevgera Azadî, kesayetên siyasî û aktîvîstan li ser rewşa Kampa Mexmûrê daxuyanî da. Wan bang li Iraqê, Hikûmeta Hewlêrê û Neteweyên Yekbûyî kir da ku li gorî qanûnê miamele bi xelkê Mexmûrê re bikin.

Bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), kesayetên siyasî û aktîvîstên li Silêmaniyeyê, li ser rewşa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyanî da û bang li her kesî kir da ku li ber vê rewşê, xwedî helwêst bin û piştgiriyê bidin berxwedana xelkê wargehê. 

Destpêkê Tevgera Azadî daxuyanî da û got, “Di êrişa 20’ê Gulanê ya artêşa Iraqê ya bi çekên giran a li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê de 2 welatî birîndar bûn. Ev welatî 29 sal in ji ber zilm û êrişên dagirkeriyê ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne. Bê navber hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq miameleyên neqanûnî bi vê kampê re dikin. Xelkê wargehê ji mafê xwe yên penaberiyê sûd negirtine.

Fermana Tirkiyeyê ye

Bi dehan caran artêşa Tirkiyê êrişên esmanî birine ser kampê, gelek kes şehîd û birîndar bûne. Erka hikûmeta Herêmê û Iraqê ew e ku wan biparêze û rê nede vê yekê. 

Di hevdîtinên van sê rojan de derket holê ku rayedaran ji rêveberên kampê re gotine, li ser daxwaza Tirkiyê heger kamp neyê belavkirin, wê şerê avê li gel Iraqê bike. Li ser daxwaza Tirkiyê dixwazin dor li kampê bigirin, têl û bircan deynin. Ew dixwazin vê pîlanê hemûyî bi hevkariya PDK, Tirkiye û Iraqê pêk bînin, kampê belav bikin bi demê re. 

Ev 29 sal in ev penaber li ser xaka Iraqê ne û daxwaza penaberiyê kirine. Tevî ku bi dehan caran hikûmeta Iraqê û Herêmê mal bi mal geriyane, karekî derqanûnî nedîtine. Li şûna ku xizmetê ji wan re bike, ev 4 sal in PDK’ê rê li ser wan girtiye. Bi deh hezaran kes bê kar û ji xwendinê kirine. Heta, rê nadin ku jinên ducanî biçin nexweşxaneyên Hewlêr û Silêmanî. 

Em vê hewldana hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Daxwaz dikin ku hew xelkê Mexmûrê bixin mijara siyasî û bi rêyên siyasî û navneteweyî pirsgirêkên hikûmetê çareser bikin.” 

Rêzê ji hiqûqa penaberan re bigirin

Piştî daxuyaniya Tevgera Azadî, li ser navê Partiya Demokratîk a Gel a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan û Hîzba Şûî ya Kurdistanê, Desteya Karê Hevpar a Çepên Kurdistanê daxuyaniyek day. Wan ev bang kir, “Daxwaz ji Iraqê û aliyên berpirs tê kirin ku vê metirsiyê li ber çavan bigirin, dest ji kontrolkirina kampê berdin, rêzê ji hiqûqê re û ji qanûnên taybet ên penaberan re bigirin. Em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin da ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên parastina kampê rabin û jiyana xelkê li kampê biparêze.”

Ev êriş metirsiyeke mezin e

Li ser navê KNK’ê Salar Mehmûd jî got, “Dewleta Tirk bi rêya hevpeymanên xwe, dixwaze li Iraqê dengên azad bêdeng bike. Divê Iraq li gorî yasaya navdewletî miamele bi van gelan re bike, dîsa divê çarçoveya heman yasanyan de nêzîkatî li welatên cîran bikin. Êrîşkirin û dorpêçkirina kampeke penaberan a di bin sîwana NY´yê de metirsiyeke mezin nîşan dide. Em bang li xelkê Kurdistanê dikin, bila bêdeng nemîne, ev metirsiyeke mezin e.”

Divê Bexda bêdeng nemîne

Endamê Komîsyona Koç û Koçberan a Parlamena Iraqê, Soran Omer jî got, “Em ê karê cidî li ser bikin, berê jî me kar li ser kiribû. Ev demek e, li ser pirsgirêkên Mexmûrê bi aliyên peywendîdar re em diyalogê dikin. Tişta rûdaye, pîlana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê ye. Têkilî bi pirsgirêka ewlehî û avê heye.  Ew kamp sivîl e, jin û zarok in. Nabe li ser daxwaza Tirkiyê zext bê kirin. Ev xaka wan e û li ser axa xwe ne. Em dibînin, her roj êriş dikin û dron li ser wan digerin. Iraq nikare esmanê xwe biparêze, me ev çend caran ji wan re gotiye. Em dibînin leşker tên ser axa me û êriş hene. Ji bo Mexmûr çi bê kirin em ê bikin, ev pirseka neteweyî ye. Divê parlamenterên li Bexdayî li ser vê bê deng nemînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.