Berxwedanê silav dikin
Çarşem 11 Kanûn 2024 - 03:00
Kurd û dostên wan ên li Ewrûpa û Skandînavyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û berxwedana Rojava silav kirin.
ELMANYA
Li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Nav Berlînê, bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li Brandenburger Torê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga ku ji bo şermezarkirina hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava hate lidarxistin de, bal kişandin ser bêdengiya civaka navneteweyî.
Kurdên li paytexta Eyaleta Bavyera Munîhê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê çalakiyek li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê saziyên navneteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava tavilê bikevin nava tevgerê.
Li bajarê Mannheîmê jî ji bo piştgiriya Rojava li ber stasyona trenê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiya ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan amade bûn de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana QSD’ê" hatin berzkirin.
Êrîşên dagirkeriyê û komkujiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava û Minbicê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hem êrîşên dagirkeriyê hem jî komkujî li ser Rojava pêk tîne.
Li qada Rathenauplatz-Alte Oper a bajarê Frankfurtê jî, Kurd û rêxistinên dost, li dijî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a li ser Rojava mîtîngek li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên qirkirin û îmhayê li ser gelê Kurd tê meşandin û hate gotin ku balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk rasterast cihên sivîlan hedef digirin.
Kurd û dostên wan li kolana Bahnhof Strasse ya bajarê Saarbruckenê hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên çete yên weke DAÎŞ û El Nûsra yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dortmundê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Di çalakiya ku gelek Kurd û dostên wan amade bûn alên QSD, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin.
Dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gerîla", "Terorîst Erdogan" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin.
Li bajarê Hamburgê jî li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di meşê de bi Elmanî û Kurdî derbarê êrîşên dagirkerî û planên dewleta Tirk û çeteyên wî daxuyanî hatin dayîn.
FRANSA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li dijî êrîşên ser Minbicê û bajarên din ên Rojava hatine destpêkirin, bi pêşengiya TCŞ’ê li ber avahiya Parlamenta Ewrûpayê mîtîng hate lidarxistin.
Li ser banga Meclîsa Gel a Drancy, bi sedan Kurdistanî danê êvarê li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê daketin qadan. Gel heta Şaredariya Drancy meşiyan. Li vir daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û hat gotin:“Heta ku êrîş bi dawî bibin em ê li qadan bin, cangoriyên azadiyê û rûmeta xwe biparêzin.”
Li banliyoya Villiers Le Bel ya paytexta Fransa Parîsê êrîşên li dijî Rojava bi meşekî hate protestokirin û berxwedana Minbicê hate silavkirin. Di daxuyaniya li pêşiya DKTM’ê ya Villiers Le Bel de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan çêbûye û ew ê heta dawî van nirxên ku ji aliyê Rêber Apo ve bi kedeke mezin hatiye afirandin, biparêzin.
SWÎSRE
Kurd û pêkhateyên şoreşger li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û Meclîsa Jinê ya Lajînê hatin ba hev, mîtîng li dar xistin. Serokê Partiya Karkerên Lozanê (POP) ya Lozanê Julîen Schwab diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Esad, dîktatoriya Erdogan li herêmê piştgirî da çeteyên weke El Qaîde û DAIŞ’ê û anî ziman ku komkujiyên li dijî sivîlan dewam dikin. Julien Schwab ev bang kir: "Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dawî li komkujiyên xwe yên li dijî Kurdan bîne."
AVÛSTÛRYA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê tevî şert û mercên giran ên hewayê bi organîzasyona DemKurdê gel li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava şermezar kirin. Beşdarên çalakiyê bal kişandin ser girîngiya berxwedana Rojava û banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk kirin.
SWÊD
Êrîşên Tirkiye û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Molmo yê Swêdê bi çalakiya bêîteatiya sivîl hate protestokirin. Kurdek ku di encama provokasyona polîsên Swêdê de hate girtin, bi berxwedana girseyê hate berdan.
DANÎMARKA
Kurd û dostên wan li eyaleta Jutland ê Danîmarkayê bi armanca piştevaniya gelê Rojava re û protestokirina êrîşên nemirovî yên dewleta Tirk çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN