Berxbir li Marylandê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Gulan 2023 - 05:15

Li eyalata Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Marylandê her sal “Maryland Sheep and Wool Festival” tê lidarxistin. Ji bo xelk tevlî festîvalê bibin û di pêşbirkê de cih bigirin divê tîmeke ji 5 kesan ava bikin. Her wiha divê mîh an jî berxeke ku hiriya wê pirr be jî hebe da ku hiriya wê biqusînin û jê tiştekî çêkin.

Yanî ev festîvala hanê jî weke berxbira me Kurdan e.

Ji bo ji hiriyê tiştekî çêkin, her tîm xwedî mohletekê ye: tenê 3 saetên wan hene. Divê ew di nava du saetan de hiriya xwe kom bikin û dest bi karê xwe bikin. Di nav tîm a 5 kesî de her kesek peywira xwe cuda ye. Yek hiriya pez dibirre, paşê 3 kes jî hiriyê li tevnê dixin û paşê jî bi teşiyan hiriyê dirêsin. Herî dawî jî tişta ji vî rîsiyî çêkirî, li festîvalê tê firotin. 
Lê beriya firotinê, jurî jî wan dinirxîne û xelat dike.

Beriya festîval dest pê bike, her tîm mîheke xweşik ya ku hiriya wê zêde ye hildibijêre, yanî ev kar çend meh beriya festîvalê dest pê dike. Wekî din jî haziriyên tevnê tên kirin û tevn tê hazirkirin da ku karê xwe bi rehetî bikin.

MARYLAND

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.