Cotkarên Balekayetî dest bi komkirina berhemên xwe yên bacan, xiyar û kelikan kirine, lê di warê firotinê de bi fikarin û wiha dibêjin:“Hikûmet ji bilî ku ti alîkariya me nake, li gel wê di dema gihiştina berhemên me de jî, bi hawirdekirina berhemên Tirkiye û Îranê, berhemên me pûç dibin.”
Niha li sînorê Balekayetî dema gihiştina bacan, kelik û xiyaran e û cotkarên herêmê bi komkirina berhemên keda xwe ve mijûlin. Lê ji ber hawirdekirina ji derve û nebûna bazarê, di warê firotina berhemên xwe de bi fikarin. Beşek ji cotkarên sînorê Balekayetî di derbarê mijarê de axivîn.
Cotkar Kosret Haris wiha got: “Hikûmet ji ber bê planiya xwe ya li ser sektora çandiniyê, di dema gihiştina berhemên çandiniyê de, berhemên welatên Îran û Tirkiyeyê hawirde dike û berhemên xwemalî bê nirx dike. Hikûmet divê bi awayekî cidî berê xwe bide cotkaran. Ger alîkarî neke jî divê di dema gihiştina berhemên navxweyî de, berhemên derve hawirde neke da ku cotkarên herêmê jî zerer nebînin.”
Şalaw Ehmed jî got:“Berhemên ku em di hilberînin, gelek ji berhemên ku ji Îran û Tirkiyeyê hawirdeyî Herêmê dikin cudatir e. Ji ber em ti derman û kîmyayan bikarnayînin. Berhemên me di zeviyan de bi hewayekî hênik û bi avek guncav tê avdan.”
Şalaw Ehmed her wiha diyar kir ku hikûmet ti alîkariya cotyaran nake, ji ber ku her sal bi xwe pereyek zêde li pêdawîstiyên berheman xerc dikin û li benda gihiştina berheman dimînin, lê ji ber hawirdekirina berhemên biyanî zirar mezin dibin û ti tişt bi destê wan nakeve.
ROJNEWS/BALEKAYETÎ