- Arkeologên ji Muzexaneya Brîtanî û Iraqê zêdetirî 200 tabletan keşif kirin. Di van tabletan de sîstemên rêveberiyê yên ku di salên 2300-2150 Beriya Mîladê de, di serdema hukûmetên Sumerî yên kevnar de hatine bikaranîn, hene.
Ev tablet li cîhê kevnar ê Girsûyê, ku îro wekî Telloh tê zanîn, hatin dîtin. Bi taybetî, tabloyên herî girîng di burokrasiya Akkadî de, ku yekem împaratoriya dîrokî ye, hatin dîtin. Girsû di sala 4500 B.Z. de wekî bajarokekî serbixwe hate damezrandin. Di navbera salên 2600 û 2200 B.Z. de, di serdema xweşbûna xwe de, ew ji bo Sumeriyên kevnar wekî bajarê pîroz ê Ningirsuyê dihat hesibandin. Di sala 2300 B.Z. de ew ji aliyê padîşahê Akkadî Sargon ve hate dagirkirin, ku piştî wê wekî Akkad hat binavkirin û heta sala 2150 B.Z. di bin hukmê wî de ma.
Van 200 tablo û 50 mohrên sîlîndrîk ên ku li Girsûyê hatin dîtin, aidî rêvebirên Akkadî ne û di avahiyek mezin a arşîvê ya dewletê de hatin dîtin, ku ji dîwarên heriyê hatibû çêkirin. Di sembolan û nîşaneyên rêveberiyê de, tabloyan agahiyên berfireh di derbarê plansaziyên avahîsaziyê, tomarên çandinî û belavkirina genim, heywan, tekstîl û tiştên din de hene. Di tabloyan de her wiha lîsteyên tiştên standard û pîvanên rastîn ên metalên hêja, wek zêr û zîv, û her wiha şileyan, mîna bîrayê, hatine tomar kirin.
Tabletên herî pêşîn ên împaratoriyê
Kuratorê Muzeya Brîtanî yê Mezopotamyaya Kevnar Sebastian Rey ji “The Observer” re got; "Ev tabletên herî pêşîn ên împaratoriyê ne û delîlên herî girîng ji bo nîşandana birêvebirina împaratoriyan. Tiştên nû hatine parastin, di wateya orîjînal de, û em dikarin vê yekê bêjin ku em birêvebirina împaratorî ya cîhanê di wateya fizîkî ya rastîn de dibînin. Ev bi temamî nû ye." Agahiyên di tabloyan de jî eşkere dikin ka jin di civakê de çi rol dileyistin. Sebastian Rey wekî din jî got; "Em dizanin ku civakeke pir zêde ji hêla mêran ve hatî rêvebirin bû. Lêbelê, lêkolîner dibêjin ku rola jinê di civakê de ji ya ku gelek kesên din difikirin zêdetir bû, û ew bi rêjeyekê ji yên din zêdetir bûn."
Akadî bajarên Sumeriyan bi rêve birine
Tablo jî agahiyên herî zelal li ser bajarê Girsû ku lê xebat hatine kirin eşkere dikin, ji ber ku ji wê demê û pê ve ti tomarên din ên ku mirov baweriya xwe bi wan bîne tine ne. Ev vedîtin ji hêla kopyayên Akadiyan ên ku paşê hatine çêkirin ve têne piştrastkirin, wekî gelek tabletên din ên ku ji hêla lêkolînerên Navenda Arkeolojî û Mîrata Çandî li Iraqê hatine dîtin. Midûrê Navenda Çandî û Arkeolojiyê ya Silêmanî Tobîn Hartnel jî ji Art Newspaper re axiviye û gotiye; “Di dawiyê de, ev vedîtin eşkere dikin ka Akadiyan bajarê Sumerî bi rê ve birine, bi taybetî yên beriya împaratoriyê.”
Tablet niha li Bexdayê ne
Ev tabletên ku vê dawiyê hatine dîtin niha di bin lênêrîna Brîtanî-Amerîkî ya hevpar de ne, ku ji hêla Dana Goodburn-Brown ve tê rêvebirin, ku ew dixebitin ku wan paqij bikin da ku ew bêne wergerandin. Tablo ji hêla arkeologan ve di projeya Girsu de, ku ji hêla Mûzeya Brîtanî û Desteya Antîk û Mîratê ya Iraqê ve tê piştgirîkirin, hatine dîtin, ku ji bo parastina mîratên arkeolojîk ên herêmê dixebitin. Tablet li Bexdayê ne, li wir ew ê werin analîzkirin û lêkolîn kirin. Lê malpera The Observer dide zanîn û dibêje îhtimala ku ev tablet biçin Mûzeya Brîtanî jî heye.
NAVENDA NÛÇEYAN