Bermahiyên dîrokî yên Aşûrê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 3 Gulan 2025 - 00:15

Di encama xebata arkeologên Elman ya li Bajarê Kevnar ê Aşûr ku dikeve bakurê Iraqê de, gelek berhemên dîrokî yên ji serdemên cuda hatin dîtin. Li Bajarê Kevnar ê Aşûr yê li sînorê parêzgeha Selahedîn a Iraqê, di lêkolînên arkeoljîk de gelek berhemên dîrokî hatin dîtin.

Di xebatên ku ji aliyê arkeologên Elman ve hatîn rêvebirin de, gor, bermahiyên hestiyan û seramîkên ji serdemên cûda hatin derxistin.

Tîma arkeologan sê salin li wir lêkolînên demsalî dike. Bermahiyên herî dawî yên hatîn dîtin di sê tebeqeyên arkeolojîk ên cuda yên aîdî serdemên Partî, Helenîstîk-Selevkos û ya herî binî Asûrî ne. Li gorî arkeologan, ev vedîtin careke din piştrast dikin ku Aşûr di seranserê dîrokê de xwedî navûdengek girîng a çandî û siyasî bûye.

Li aliyê din şandeya UNESCO’yê ku serdana herêmê kir, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Aşûrê û daxwaza restorekirina bilez a zîgurata Aşûrê kir, ku ji ber erdhej û baranê zirar dîtibû.

Bajarê Kevnar yê Aşûr ku li kêleka çemê Dîcleyê û nêzîkî navçeya Şîrkatê ya parêzgeha Selahedîn, yekem paytexta olî û siyasî ya Împeratoriya Asûrî bû. Bajar navê xwe ji Aşûr digire ku di heman demê de xwedayê wê yê sereke ye jî.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.